Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebata çekdarî bûn û nebûn

15:57 - 7 Hezîran 2015

Sohrab kerîmî

Diyar e ku Komara Îslamî naxwaze ku bi tu awayî pirsa Kurd qebûl bike, eva sî sal in ku Kurd çaverê dike ku guherînkariyên navxwe ber bi vê aliyê ve herin ku Komara Îslamiya Îranê wekî Tirkiyê rê bide Kurdan ku xebata xwe bi awayekî demokratîk bidomînin. Lê ne tenê tiştekî wisa me nedîtiye, belkû Xamineyî di lêdwana xwe ya herî nû de dixwaze ku pirsa Kurdan wekî pirsa Şî’e û Suniyan nizim bike, mixabin di navxwe de jî hêzên Ewlehiyê wisa zext xistine ser çalakên siyasî û medenî ên Kurd, ku daxwaziyên neteweyî-demokratîk ên Kurdan ew qas nizim dibe, ku gihaye astekê ku hinek ji çalakên Kurd, vê daxwaziyê heya astekê nizim dikin, ku kêşeya neteweyî namîne. Eva li ber nebûna piştevaniyeke bihêz e ku gotara Kurd hewcehî pê heye.

YNK bi awayê sîstematîk mijûlî alîkariya bi Îranê re ye, ji bo jinavbirina binke û baregehên partiyên Rojhilat, bi taybetî PDKÎ, lewra biryara PDKÎ ji bo şandina pêşmerge bo Qendîl û sînorên Rojhilat biryareke eqlanî ye, ji bo parastina hebûna hizbê û teşkîlata vê hizbê. Eva bi xwe dibe sedema vê ku hêz û şiyana rêkxiraweyî ya Kurdan ji nav here.

Diyar e ku PDKÎ hest bi vê yekê kiriye ku sîstemeke wekî Komara Îslamiya Îranê ku îzna tu cure çalakiyan nade, û berdewam e li ser siyaseta pêkanîna ferq û cudahiyan li derheq Kurdan, hekî Kurd nekare kirîzan ji bo vê sîstemê çêbike, wateya wê ew e ku Kurdên Rojhilat, wekî aliyekî siyasî bandora wê li ser hevkêşeyên herêmî namîne. Di heyama du dehikan de, ku PDKÎ û Komeleyê bi neçarî dev ji xebata çekdarî berdane, çi ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, çi ji aliyê partiyên perçeyên din ve sivikatî bi wan hatiye kirin. PKK Rojhilata Kurdistanê wekî hewşa xwe ya tena û aram dibîne. Ew jêve ne ku piştî Kobanê, eva alîgirên wan in ku di Rojhilata Kurdistanê de yekem hêz in, lê hevdem baş dizanin ku ew nikarin xebata Rojhilata Kurdistanê ber bi pêş ve bibin. Lewra xebata çekdarî di du perçeyên din de jî nikare pêşve bibe. Lewra niha tenê zexta wê li ser Rojava ye. Bi hatina PDKÎ, PKK baş dizane ku êdî tu cihekî wan di Rojhilat de nine, û helbet hewcehiya wê jî bi Rojhilat nine, ji ber ku Komara Îslamiya Îranê yekem pêgeha jeopolîtîk e ji bo PKK di Rojhilata Navîn de.

Di rastî de hebûna hêzeke çekdar ya amade di Rojhilata Kurdistanê de ku pêwendiyeke îdeolojîk û rêkxistinî bi PKK re nebe, di berjewendiya PKK de ye. Yekem hem berpirsayetiya PKK kêm dike, û PKK bi başî dikare li ser Bakûr û Rojava bisekine, û hem jî egera hevpêymaniya Îran û Tirkiyê li dijî vê partiyê binbir dibe. Herwisa eva erkeke neteweyî ye ku PKK dibe aliyên din jî qebûl bike. Lewra şaşiya herî biçûk ya PKK, dibe şikesta herî mezin ya PKK di nav bîr û raya giştî de, û di pêşerojê de egera vê heye ku her cure kêşeyek bo PKK bê pêş.

Piraniya herî zaf ya alîgirên PKK di Rojhilata Kurdistanê de, li ber neçariyê alîgiriyê ji PKK dikin, wate di civîna partiyên Rojhilat û nebûna liv û tevgera ber çav ya wan, ew neçar kirin ku pişta xwe bi PKK qahîm bikin. Alîgirên PKK li Rojhilat dibe ku ji rastiya pirsê têbigihîjin ku PKK tu carî nikare ku wekî aliyekî siyasî di Rojhilata Kurdistanê de bandora xwe hebe.Tenê eva nebe ku alîgirên PKK bi xwe xwediyê biryarên serbixwe bin, ku diyar e bêy PKK nikarin xwe bikin xwediyê wan. Lewra eva xeyaleke xaw e ku ew bikarin xeynî piropagendeya ji bo PKK karekî din bikin. Diyar e çavnihêriya vê yekê tê kirin ku alîgirên wan di pêşerojê de, xwe ji vê paradoksê derbas bikin.

Biryara PDKÎ birayreke eqlanî û jîrane ye, bo derbaskirina PDKÎ û Kurdên Rojhilat ji metirsiya herifîna neteweyî û rêkxistinî. Lê bo vî karê cesûrane hewce ye ku stratejî û taktîkek dirust hatibe darêtin.
Di encam de çi YNK, yan PDK yan PKK, dibe bedela pêkanîna astengiyan ji bo pêşmergeyan, hewce ye ku hêsankariyan bo vê biryarê bikin.

YNK û PDK dibe ku baş bizanin ku lawaziya partiyên Rojhilata Kurdistanê, zexta Komara Îslamiya Îranê li ser wan kêm nake, û heya dibe sedema aloziya zêdetir di navbera Hewlêr û Bexda ji aliyekî ve, û YNK û PDK ji aliyekî din ve. Diyar e ku Komara Îslamiya Îranê karî ku di yek sala borî de, bi destêwerdana di nav Îraq û Kurdistanê de, qazanca herî mezin bike, û xisara herî zêde li Kurdên Başûr bide.

Lewra amadeyiya hêzên PDKÎ li ser çiyayên Kurdistanê dibe sedema amadeyiya Kurdên Rojhilat di nav hevkêşeyên herêmê de. Wate dibe emrazek zextxistinê li ser Îranê, û paşekêşeya Îranê ji herêmê, û berçavtirbûna rola Kurdan di nav vê hevkêşeyê de, ku di berjewendiya Kurd de ye, û hewce ye ku Kurd û hemû aliyek piştgiriya vê biryara PDKÎ bike, û ji bo baştir birêveçûna vê pêngava cesûrane ya PDKÎ, hemû hêza xwe bi kar bînin.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine