Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rehendên Kêleşînê û hilkişîna Rojhilata Kurdistanê

14:11 - 9 Hezîran 2015

Mamend Roje

“Ger aloziya han di navbera her du aliyan de dom bike, dê bibe mijara sereke ya dezgehên sîxorî û îstixbaratî yên welatên cîran”.
Di rojên derbazbûyî li çiyayên Kêleşînê û Berbizinan şer û pevçûnek di navbera Gerîlayên PKK û pêşmergeyên PDKÎ çê bû, ku di wê pevçûnê de, Pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da . Aloziya han serbarê wê ku hêj her du aliyan çeper li hemberî hev de girtine, lê bi civîneke hevpar bi navbeynkariya berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heya qasekê kal û aram bûye. Li gorî têdîtinên pisporan, pirsa han, pirsek wusa asayî nine û renge di pêşerojek nêzîk de gelek çiqên dinê jî lê bikevin.

Lêre da gelek pirsiyar xwe derdixin holê: Erê gelo ev bizava hêzên Rojhilatê hilgirê çi peyamekê ye? Erê gelo eve destpêka qonaxekî nû a xebatê ye yan diyardeyek demkî ye? Erê gelo wekî KCk îdea dike, ew liv û tevger ji bo têkdana hilbijartinên Bakûr û destkevtên Rojava ne? Yan, wekî wê ku hêzên Rojhilatê dibêjin: Eva pîlanek hevpar ya Îtilaata Îranê û KCK’ê ye daku nehêlin tevgera Rojhilata Kurdistanê xurt jorde hikişe? Tevî vana, ger eger û texmîna han jî rast be, ku eva destpêka qonaxekî nû ya xebata Rojhilata Kurdistanê ye, gelo rehend, alî, fakter û senaryoyên pêşerojê kîjan in?

Pîlangêrî (kumpilo): Dezgehên sîxorî û îstixbaratî
Hêzên Rohjilata Kurdistanê berdewam vê tometê zeq dikin ku (KCK) dixwaze pabendî rêketin û peymana xwe di gel Îranê be û tixûban jêre biparêze. Lewre nahêle ku hêzên Rojhilatê vegerin nav kûrahiya Rojhilata Kurdistanê. Her wusa li gorî belge û dukumentan ve jî, îşarê bi vê peymanê dikin ku li sala 2011’an de di navbera her du aliyan de û bi navbeynkariya berpirsiyarên Başûra Kurdistanê hatiye wajo kirin. Ev rêketina han, bi peymana “Casûsan” tê naskirin. Her wusa îdeaya vê yekê dikin ku (KCK) piştî wê rêketinê, gişt liv û tevgerên xwe û PJAK’ê daye sekinandin. Tevî vê yêkê jî di vê dawiyê de, dema ku li Mehabadê de xwenîşandanan dest pê kir, KCK’ê bi her sedemekê be, nekarî bi awayê hewce dengê xwe bilind bike. Ji ber wê jî, carekî din qada tekoşînê li dema xwenîşandanên bûyera “Ferînaz”ê de kete destê hêzên resen ên wê parçeya Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve jî, KCK mîna her carî, her tişt û karê ku gorî dilê wê nebe, derhal dixe stûyê Şeytan “Mît”ê. Lewra vê carê jî heman tomet li ragihandinên xwe de mezin û zeq kir ku (PDKÎ) bi hemahengiya di gel (PDK) û Tirkiyê de dixwaze bi çêkirina pirsgirêk û mijarên cur bi cur, pirsgirêkan ji hilbijartinên Bakûr re biafirîne. Lewra berdewam vê pirsyarê tîne rojevê ku çima di vê demê de PDKÎ dixwaze li Rojhilata Kurdistanê de dest bi çalakiyên leşkirî bike? Lê li gorî pisporan, zehmet e ku zû bi zû pirsa han bi teoriya pîlangêrî û destê derekî ve bihê girêdan. Lewra beşek berbiçav ji vê pirsgirêkê ji bo girift û pirsgirêkên navxweyî ên hêzên Kurdistanî vedigere. Helbet hemû jî di vê baweriyê de ne ku eger mijara han bidome, dûr nine ku bibe bi majara sereke û balkêş ya dezgehên sîxorî û îstixbaratî ên cîranan.

Demokrat: vedigere nav hevkêşeyan
Di dehsala 80an ya sedsala derbazbûyî de, hevkêşeyeke çaralî li Kurdistanê de hebû: Li Başûra Kurdistanê YNK û PDK du hêzên sereke bûn. Li Rojhilatê Demokrat hêza sereke bû û li Bakûr jî PKK hêza sereke bû. Lê ji dehsala 90anş şûndatir, piştî wê ku rêberên PDKÎ şehîd bûn û hêza wê paşde kişiya, ew hevkêşeya çarîne (çar alî) bûye hevkêşeyek sêalî; wate PDK, YNK û PKK.
Niha piştî vê aloziya dawîn, pirsiyarek ji bo gelek ji şirovekaran re hatiye pêş; erê gelo, eva dibe bi diyardeyek jeosiyasî a nû? Erê gelo eve dibe hegera vê ku PDKÎ carek din vegere nava hevkêşeyên jeosiyasî ên Kurdistan û deverê?
Vê yêkê heya qasekê pêdvî bi demê heye ku mirov bikaribe encamekî hewce jê bistîne. Tevî vê jî Rojhilat mîna Rojava nine û pispor û çavdêrên siyasî li ser vê bawerê ne ku bi tu awayî senaryoyên Rojava li Rojhilatê de dubare nabin û KCK nikaribe ewa ku li Rojava bi ser rewşê de ferz kiriye, bi ser Rojhilatê de jî bisepîne. Sedema wê jî ev e ku li Rojhilatê de çend hêzên resen û gelêrî hene ku ceribîn û mîrateke çekdarî û şoreşvanî hene, ku hêzên Rojava jê bêpar in. Her wusa sermayeyeke dewlemend û xwedî hêz a şerê partîzanî û pêşmegane hene ku her demekê hewce be, ew sermaye dê bikeve tevgerê. Ji aliyekî din ve jî her du hêzên sereke ên Rojhilata Kurdistanê, zêdetir ji 10 hezar şehîd hene, eva jî xincî wê ku di heyamê van 16 salên şerê pêşmrgane yê wan de, 50 hezar hemwelatiyên Rojhilata Kurdistanê canê xwe ji dest dane; zêdetir ji 14 hezar hemwelatî bi sûçê alîgiriya ji Demokrat û Komele’yê ji aliyê rejîmê ve li zîndanan de hatine hukim dayîn. Herweha pitir ji 100 hezar serbaz û Pastarên Îranî di şerê Kurdistanê de hatine kuştin. Ji ber vê yêkê jî hafîze û zakîreya şerê Kurdistanê kevn nine û Demokrat û Komele’yê jî mîrateke dewlemend a cemawerî û pêşmergane di wê para Kurdistanê de hene. Ev mîrate jî nemiriye, belkî raza ye û di gel aloziyek herî biçûk de, derhal ser hil dide.
Xincî vê yekê jî, piştî wê ku demokrat di sala 1979’an de vegeriya Kurdistana Rojhilat, di gel Komele’yê de sê parêzgehên Kurdistanê bi dest ve girtin û midehê du salan têde hukim kirin. Di yekem hilbijartina parlemanî a Îranê li sala 1979’an de, Hizba Demokratê piraniya dengan bi dest xist. Her wusa ji bo hilbijartina meclîsa “Xubrigan a rêberî” ya Îranê ku çend kes in, li deverên Kurdakincî de Dr. Qasimlû piraniya dengan bi dest xist, ku Xumênî paştir hiloşand.
Ecane bi giştî vê rastiyê didin selimandin ku hêzên Rojhilatê ji Rojava cudan e. Rojhilatê mîrata pêşmergatiyê heye, dehan hezar şehîd, pêşmerge û hepsî hene û xwedî sembolên xwe ye. Lewre senaryoya Rojava di vê parçeya Kurdistanê de dubare nabe û pir zehmet e ku KCK bikaribe li rêka PAJAK û KODAR’ê ve di wê beşa Kurdistanê de bibe berdêl û alternatîva hêzên resen ên wê. Pisporên vê beşa Kurdistanê di vê baweriyê de ne ku eger senaryoyek li Rojhilata Kurdistanê de dubare bibe, eva senaryo û nimûneya Başûra Kurdistanê ye, nekî ya Rojava û Bakûra Kurdistanê. Ji ber ku Rojhilat ji her biyavê de ji Başûr nêzîk e heta ku ji Bakûr û Rojava.

Pirsa sereke: Eva şerê serweriyê ye
Renge tometbarkirin û bi “Şeytan”kirina liv û tevgerên hêzên Rojholatê ji aliyê KCK’ê ve, yek ji van mijaran be ku hewcehî bi dahûrandin û nirxandinek durust heye. Girêdana liv û tevgera hêzên Pêşmerge ên Rojhilatê bo aliyê Qendîl û kêleşînê bi Mîtê ve, pitir ji Komêdiyê diçe heya ku rastiyan. Girêdana vê pirsê bi “Îtilaat” yan “Mît”ê ve, hêj aliyê rastîn ya xwe nîşan nedaye. Lê dûr nine ku eger hêzên Bakûr û hêzên Rojhilatê vê pirsgirêkê di navbera xwe de çareser nekin, egera wê yêkê heye ku him îtilaat û him jî Mît, vê delîve û derfetê ji xwe re bi kar bînin. Wate pirsa han ji bo destwerdanê vekirî ye.

Helbet eger her liv û bizaveke hêzên parçeyên din ên Kurdistanê bi karê “Mît”ê bihê girêdan yan elaqedar kirin, renge gelek tiştên babetî ji xwe negre. Sedem jî ev e ku tevgera Bakûr û bi xasmanî KCK, berdewam ji riya birêz Ocalan ve bi Mît’ê re di têkilî dan û standinan de ye heye; eva jî tiştekî nerewa nine û ji bo çareseriya pirsa berheq a Kurd li Bakûra Kurdistanê de, hewce ye. Birêz Ocalan bi xwe jî rasterast mehane bi şêvirmendê Mît’ê “Hakan Fîdan” re dicive û piroseya çareseriya demokratîk a kurd li Bakûra Kurdistanê de bi van guftigoyan re hatiye girêdan. Eva jî tiştekî baş e û egera vê yekê heye ku deskevtên mezin li pey xwe re bîne. Heta li roja 27’ê Şibata îsal de, Bolent Arînç, peyvdarê hikûmetê û alîkarê Serok Wezîrê Tirkiyê ragihand ku; HDP bi hemahengî Ocalan û Hakan Fîdan ve hatiye ava kirin, bona vê ku pirsa Kurd Tikiyayî were kirin û bibe bi zemîneyek real û rastîn ji bo çareserkirina pirsê.

Ji aliyekî din ve jî, berpirsiyarên TEV DEM’ê li Rojavaya Kurdistanê de, berdewam seredana Tirkiye dikin û bi karbidestên wî welatî re dicivin. Heta li wir Vîzaya welatan ji xwe re wer digirin û ji vê riyê ve jî serdana derwe diken. Berpirsyarên Kantonan jî berdewam seredana wî welatî dikin û deriyên sînorî û tixûb jî vekirî ne. Zêdetir ji wê jî, bêtirî 1400 birîndarên YPG’ê ji Rojavaya Kurdistanê ve ji bo Tirkiyê hatine veguhastin û li wir hatine dermankirin. Eve li demekê de ye ku parekî zaf ji wan, pêştir li çiyayên Bakûra Kurdistanê de gerîla bûne. Ku wusa ye, armanc ji vê pirsê eva ye dema ku tevgera Bakûr ji bo çareserkirina pirsa kurd bi awayekî rasterast bi “Mît”ê re di têkilî û dan û standinan de ye (ku karek hewce ye ji bo çareseriya pirsê), renge baş û durust jî nebe ku kêşeye navbera xwe û hêzên parçeyên din ên welat, bi karê Mît’ê girê bide.

Encam:
Vir de dibe em bipirsin: Başe ger wusa ye, sedema sereke ya vê pirsgirêkê çi ye? Sedema sereke, pirsa serweriyê ye. Serweriya pêşeroja Rojhilata Kurdistanê. Wate, egera bihêz ew e ku KCK zêde nexwaze hêzên Rojhilata Kurdistanê zîndî û xwe vejînin û vegerine nava Rojhilata Kurdistanê. Ger eve derkeve holê, alternatîvên ku KCK’ê ji bo Rojhilata Kurdistanê afirandine û navê “PAJAK” û “KODAR”ê ji wan kiriye, nikarin bi ser qeder û çarenivîsa vê beşa Kurdistanê de zal bin. Ji ber wê jî, pir hez ji vê yêkê nakin ku hêzên Rojhilatê bi van zûyane xwe ji “kemp nişînî”yê rizgar bikin.

Lewra heya bikaribe, dê pirsgirêk û astengan ji wan hêzane re pêk bîne. Lê lojîk û eqlê selîm dixwaze ku hêzên Kurdistanî, mifahê ji waneyan û ceribînên dîrokî ên xwe werbigirin. Nexa çi pirsgirêk û piroblemek têde ye ku eger hêzên Bakûr bi rastî li şopa yekîtiya netewî de ne, çima hêzên pêşmergeyên Rojhilata Kurdistanê jî li cem xwe li çiyayên Qnedîlê de navehevînin?
Zehniyet û nerîta han, bi nerîta pawanxwazî tê naskirin û cem raya giştî jî mehkum e. Nerîta baştir, ya Başûra Kurdistanê ye. Her li van çiyayên Qendîlê de, hertim 4-5 hêzan siyasî li kêleka hev de xebat kirine. Niha KCK’ê bi xwe jî hêz ji bo Şingal’ê şandiye û li Kerkûkê de jî li tenişta hêzên pêşmerge ên Kurdistanê de li dijî DAIŞ’ê şer dike.

Başe dema ku KCK li Başûra Kurdistanê de wusa di nava eniyeke hevpar de şer dike û ji kesê jî pirs nekiriye û berheqe jî, lê çima vê yekê ji hêzên Rojhilatê re bi rewa nabîne? Hêzên Rojhilatê jî her di yekem rojên gefa DAIŞ’ê li ser Herêma Kurdistanê de, derhal hêz ji eniyên şer re şandin û qurbanî jî dan; lê ji ber givaş û destwerdana Îranê, ruxset ji tev hêzan re hat dayîn ji bilî Demokrat û Komele’yê nebin! Heta Îranê hesasiyet bi PAJAK’ê jî nebû ku li Kerkûkê de beşdarî eniyên şer bibe. Lê niha KCK tevî vê ku bi xwe jî li Başûr di eniya şer û berevaniya ji Kurdistanê de ye û eva jî kar û pêngavekî durust ya nîştimanî ye, berheq e ku çi din, pêşiya liv û tevgerên hêzên Rojhilatê jî negre û rê ji wan re vekirî bihêle û nemaze hevkarî û piştewaniya wan jî bike.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine