Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Ragihandin a PDKÎ, beşek ji nûçeya malpera “Basnews”ê red dike

14:17 - 9 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Êwariya duh, demjimêr 16:51 deqîqeyan, malpera Basnews nûçeyek weşand ku beşek ji zaniyariyên vê nûçeyê ji zarê endamekî Deftera Siyasî ya PDKÎ ve hatine veguhastin û ji vê riyê ve tê ret kirin.

Beşa nûçeyan ya Kurdistan Media, malpera fermî ya PDKÎ jib o ronkirina vê mijarê, têkilî bi beşa ragihandina sekretariyeta PDKÎ kir û ewan jî li vê derheqê, ew nûçeya ku ji zarê endamekî Deftera Siyasî ya PDKÎ ve weşandine, tevî retkirina wê, bi dûr ji rastiyê zanî.

Li vê nûçeyê de, bas ji livîn û şandina hêzek zêde ya PKK bi çekên giran ve ber bi cihê veheviyana hêzên PDKÎ hatiye kirin ku ji aliyê endamekî Deftera Siyasî ve ji “Basnews”ê re hatiye erê kirin û malperê îşare kiriye ku ew endamê Deftera Siyasî yê PDKÎ, bi tu awayî nexwastiye navê wî bihê eşkere kirin.

Ew beş ji nûçeya BasNews’ê ku ji aliyê Komîsyona Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve hatiye ret kirin, bi vî awayî ye.

Basnews: Basnews ji bo standina zaniyariyên zêdetir li vê derheqê de, têkilî bi “Demhat Egîd” berdevkê Koma Civakên Kurdistan (KCK)ê ve kir, lê pêwendiya me serketî nebû. Ji aliyê xwe jî, endamekî Deftera Siyasî yê PDKÎ ku nexwast navê wî bê eşkere kirin, nûçeya han piştrast kir û got: Belê, PKK û Îran jî li deverê de hêzên xwe zêde û rêk dixin, lê em naxwazin ku rewşê hestiyartir û pirsgirêkê jî mezintir bikin, lewre em naxwazin nûçeyên han ji zarê me ve bên belav kirin.

Li heman demê de ku “Bas News” bi dûr ji pirensîpên exlaqî û pîşeyî, bi bê lêdwan wergirtin û ruxset standinê, ji zarê endamekî Deftera Siyasî yê PDKÎ ve komek zaniyariyan piştrast dike. Beşa ragihandina PDKÎ pêwendî bi berpirsê beşa nûçeyan ya Basnews’ê ve kir, lê wan ji bo serrastkirina vê gafa ragihandinî, tu hevkariyekî telefonî ya ragihandina PDKÎ nekir û ji bo şopandina vê pirsê jî, pêşniyaza “dadgeha hikûmetê” dike.

Her bi vê sedemê û ji bo pêşgirtin ji her çewaşekariyên dûr ji pirensîpên pîşeyî, beşa ragihandina PDKÎ tevî retkirina “piştrastkirin li jêr navê axaftina endamekî Deftera Siyasî”, daxwaza ronkirin û bersivek hewce ji malpera Bas News’ê li hember vê nûçeyê dike ku ji zarê endamekî rêberiya PDKÎ ve weşandine.

Nizîk bi mehekê ye ku PDKÎ bi armanca çalakiyan li hundurê Kurdistana Rojhilat û têkilî bi xelkê Rojhilatê ve, çend hêz bo deverên sînorî şandine.

Li pêvajoya van çalakiyan û herweha rêgiriyên PKK , hêzên vê partiyê jî êrîşê kirine ser tîmek ji pêşmergên PDKÎ û li vê êrîşê de, pêşmergeyek şehîd û 3 yên din jî birîndar bûn.

PDKÎ ji bilî cehd û tekoşînên xwe bona pêşgirtin ji qewmîna her terze bûyerek nexwastî (çi berî vê kiryarê û çi jî şûndatir), pêşwazî ji daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû alî û dilsozan kir û piroseya diyalogê girte ber xwe.

Heya niha rewş asayî ye û heya belavkirina vê ronkirinê, tu aloziyên din çê nebûne û hevdem hêzên PDKÎ û PKK li wê deverê de li halê amadebaşiyê de ne.