Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihrgîbûna hêzên pêşmerge di deverên sînorî û hewlên rejîma Îranê bona kirêt kirina kesatiya rasteqîne ya pêşmerge

15:37 - 9 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Çewaşekariyên rejîma Îranê li dor xapandina raya giştî ya Kurdistanê derheq şandina hêzên pêşmergên Hizba Demokrat bo ser sînorên Kurdistana Rojhilatê bi awayekî xurt berdewam in.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, rejîma Îranê di demên borî û bi taybet piştî çûna hêzên pêşmergeyên Hizba Demokrat bo sînorên Kurdistana Rojhilatê, rastî tirs û wehşetek mezin hatiye û bi awayên cur bi cur, cehda reşkirin û kirêtkirina kesatiya pêşmerge û berxwar kirina raya giştî a xelkê Kurdistanê dide.

Li gor van raporên ku digihin malpera Kurdistan Media, di deverên cur bi cur ên Şino, Pîranşar û Nexede’ê de, dem û dezgehên rejîma Îslamiya Îranê ji riyên cur bi cur ve gote gotan belav dike ku “ew Kesên ku ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve li ser sînoran de hatine cihgîr kirin, qatil û xelkê dikujin û ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tên piştewanî kirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi mifahstandin ji wê ku piraniya xelkê Kurdistanê peyrewê ola îslamê ne, dixwaze bi piropagandayên xirab û gote gotên weke “hêzên Hizba demokrat li dijî ola îslamê hatine rêxistin kirin”, li nav xelkê Kurdistanê de, pêşiya piştewaniya xelkê Kurdistanê ji Hizba Demokrat bigre.

Hevwelatiyekî kurd yê xelkê bajarê Şino’yê di vê pêwendiyê de bi malpera Kurdistan Media ragihand: Xelkê Kurdistana Rojhilatê bawerê bi van tomet, çewaşekarî û gote gotan ku ji aliyê rejîma Îranê ve belav dibin, nakin û bi hemû şêweyekê, piştewaniya hêzên pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dikin.