Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li Amerîkayê de, ronkirinek li ser hevpeyvîna “Doyçevêle”yê bi Mistefa Hicrî re weşand

16:19 - 9 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Nûnerê PDKÎ li Amerîkayê de ku hevrêtiya Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê PDKÎ di vê seferê de dike, ronkirinek li ser hevpeyvîna Doyçevêle’yê bi Mistefa hicrî re weşand.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Areş Salih ronkirinek li ser beşek ji rapora Doyçevêleyê ku ji zarê Mistefa Hicrî ve weşandiye, ret dike.

Nûnerê PDKÎ li Amerîkayê, ji bo rohnkirina raya giştî da zanîn ku: li hevpeyvîna Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDKÎ bi radio Alman (Doyçevêle) ’êyê re ku li bervara 4’ê Hezîrana 2015’an de hatiye weşandin, parek ji vê hevpeyvînê ku ji zarê Mistefa Hicrî ve weşandiye, bi vî awayî ret û herweha serrast dike.

Deqa hevpeyvîna Doyçevêleyê ku ji zarê Mistefa Hicrî ve hatiye weşandin, weha hatiye ret kirin.

“Di pevçûnên navbera hêzên vê partiyê bi PKK’ê re, hêzên leşkirî ên rejîma Îranê jî beşdarî kirine. Di pevçûnên navbera pêşmergeyên PDKÎ bi sipaha Pastaran li deverên sînorî ên Şino’yê di parêzgeha Urmiyê de, 5 leşkirên sipahê jî birîndar bûne”.

Areş Salih ji riya Kurdistan Media, malpera fermî ya PDKÎ ve, bi weşandina ronkirinekê daye zanîn ku naverok durust ya bersiva Mistefa Hicrî bi pirsiyara Doyçevêleyê bi vî awayî ye: “Çendîn nûçe û raporên cuda li dor bûyera êrîşa PKK li ser pêşmergeyên PDKÎ belav bûne ku bas ji beşdariya hêzên Sipaha Pastaran bi PKK’ê re dikin, lê em ji rastî û durustiya vê nûçeyê xatircem ninin”.