Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Şerîfî, nivîskar û rojnamevanê kurd çû ber dilovaniya xwe

15:27 - 10 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Ehmed Şerîfî, nivîskar, rojnamevan û dîroknasê kurd li bajarê Mehabadê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, sibêdeya îro çarşemî, 10’ê Hezîrana 2015’an, Ehmed Şerîfî, nivîskar, rojnamevan û dîroknasê kurd li jiyê 70 saliyê de ji ber nesaxiyê li yek ji nexweşxaneyên Mehabadê de koça dawiyê kir.

Ehmed Şerîfî pitir ji nîv sedsal kar û çalakiyên çandî û rojnamevanî ên xwe, serbarê kar û çalakiyan li beşa kurdî ya radyo Kirmaşan, Sine û deng û renê Mehabadê de, bi sedan gotar jî li biyava rojnamevaniya xwe û dîroka Kurdistanê û çend pirtûk jî çap û belav kirine.

Ew kesekî micid û dilsoz bû û li biyava rojnamevaniya kurdî û herweha komkirin û parastina destnivîsan û berhemên dîrokî ên kurd de rolek girîng û erênî lîstiye.

Li vê derheqê de, çend rojan berî niha jî, Ehmed Qazî , nivîskar, werger û rojnamevanê kurd ê navdar xelkê gundê “Qazî ava”ya Mehabadê li jiyê 79 saliyê de ji ber nesaxiyê di nexweşxaneya Azadî ya Tehranê de xatir ji jiyanê xwast.