Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 kes ji kirêgirtiyên Sipaha pasdaran li Kamyaranê de hatin kuştin

19:56 - 10 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Êrîşa çend kesên nenas ên çekdar li devera Şaho a ser bi bajarê Kamyaranê, kuştina 6 kes ji Caşên Sipaha Pastaran ya rejîma Îranê bi dû re hat.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja sêşemî, 10ê Hezîrana 2015an, li gundên “Textî Zengî” û “Ser Şêlane” de, 6 kes ji endamên xwecihî ên Sipaha pasdaran a rejîma Îranê ketine ber êrîşa çend kesên nenas û li encam de hatin kuştin.

Bûyera han li seyrangeha “Tewqe Giwêz” de çê bûye û ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nasnameya yek ji kuştiyan bi “Cebar Gul Mihemedî”xelkê gundê Tengîwer ku endamekî kevnar yê Sipaha pasdaran bûye, ragihandiye.

Tê gotin ku Cebar Gul Mihemedî li destpêka şoreşa gelên Îranê de heya niha ji endamên xwecihî ên herî çalak yê Sipaha Pastaran bûye û yek ji kesatiyên naskirî ên rejîmê li devera Kamyaranê d ebûye.

Heta dema belabûna vê nûçeyê, nasnameya kuştiyên din nehatiye ragihandin û tu gurûpên çekdar yan partiyên kurdî yên opozîsyona rejîma Îranê êrîşa han negirtine stûyê xwe.

Çend rojan berî niha jî, li pevçûnên hêzên leşkirî ên rejîma Îranê bi kesên “çekdar” de li derdora gundên “Şimole” û “ Şîndireî ya ser bi devera Serdeştê, aliyê kêm 5 kes ji hêzên rejîmê birîndar bûn.

Nûçeya têkildar:

ـDi sînorê Urimiyê de 3 Pastar hatin kuştin û 10 ên din jî hatin girtin