Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekdarkirina caşên Ciwanro’yê û şandina wan bo rêze çiyayên Şaho

14:00 - 13 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Rejîma Îranê piştî cihgîrbûna hêzên Pêşmerge ên Hizba Demokrat li sînorên Kurdistana Îranê, li hewla çekdarkirina caşên Kurdistanê û şandina wan de ye ji bo çiyayên Kurdistanê.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, li midehê yek heftiya derbasbûyî de, rejîma Îranê çend tîm ji kirêgirtiyên xwe li bajarê Ciwanro’yê de bi armanca hilkolîn û pişkivtina deverê ji bo rêze Çiyayê Şaho şandiye.

Ew çend tîmên caşan ku tê gotin piraniya wan çeka “Qirnase”li destê wan de ye, bi xelkê deverê ragihandine ku bi biryara nawendên têkildar ên rejîma Îranê û bi armanca pişkivandina vê deverê û şopandina pêşmergeyên Hizba Demokrat bo wir hatine şandin.

Hevwelatiyekî kurd ê haydar ji şandina van tîmên kirêgirtiyan jib o rêze çiyayê Şaho, bi malpera Kurdistan Media ragihand ku fermanderê yek ji wan gurûpên xwefiroş “Sabir Kerîmî” ê xelkê gundê “Şirwêne”a ser bi bajarê Ciwanro’yê ye.

Ew hevwelatiyê kurd herweha domand ku pişt cihgîrbûna hêzên Hizba Demokrat li Kêleşîn û Qendîlê de, rejîma Îranê tûşî tirs û wehşetek mezin hatiye û bi armanca berbirû bûna bi pêşmergeyên Hizba Demokrat re, ew caşên ku çekdar nebûn, ser ji nû vexwendin û dîsn çekdar kirine.

Gotinên wî hevwelatiyê kurd li demekê de ne ku li gor wan raporên ku li çend rojên derbasbûyî de gihane dest Kurdistan Media, rejîma Îranê li vê midehê de hemû caş çekdar kirine û dixwaze li her terze pevçûnekê de ji van kirêgirtiyan ku hevwelatiyên Kurdistanê ne, mifahê bistîne.

Rejîma Îranê piştî qorixkirina şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, bi xapandina hin hevwelatiyên kurd (Caş) ji riya soz û peymanên derew ve, berdewam hewil daye ku ji wan kesan li dijî hêzên azadîxwaz mifahê bistîne.

Meşandina vê siyasetê ji aliyê Îranê ve li halekê de ye ku rejîmê tu car bawerî bi wan caşan nekiriye û heya niha jî li midehê desthilatdariya xwe de tu pile û payeyek li birêveberiyê de bi wan nesipartiye.

Bawernekirina rejîmê bi caşan heya qasekê berbiçav e ku li serdana vê dawiyê ya Xamineyî de bo Parêzgeha Sine, rejîmê hemû caş çek kiribûn û bi armanca dabînkirina ewlehiya rêberê rejîmê, ji bajarên din ve hêza leşkirî û ewlehiyê bo parêzgeha Sine şandibû.