Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka/ Buroya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî ji Mistefa Hicrî kir

17:03 - 13 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Sekreterê giştî yê PDKÎ li doma dîdar û hevdîtinên xwe li Amerîkayê de, seredana buroya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê de kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDKÎ roja Pêncşemî, 11’ê Hezîrana 2015’an, seredana Buroya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê de kir û ji aliyê “Beyan Samî Ebdulrehman” nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê de hate pêşwazî kirin.
Li vê dîdarê de, aliyên cuda cuda yên sefera sekreterê giştî yê PDKÎ hatin ber bas û nirxandin.

Mistefa Hicrî tevî pîrozbahiya ji “Beyan Samî Ebdulrehman” bi boneya hilbijartina wê weke nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê de, hêviya serkevtinê jêre xwast.

Li dawiya dîdarê de, nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê de, keyfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê anî ziman û hêvî xwast ku Mistefa Hicrî li doma sefera xwe ji b o Amerîkayê, serkevtinên zêdetir bidest bixe.