Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê seredana wezareta Derwe ya Awusturya (Utrîş)ê kir

19:31 - 13 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Hîwa Behramî, nûnerê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li wezareta Derwe ya Utrîşê de bi karbidestên wê wezaretxaneyê re civiya.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja pênçşemî, 11`ê Hezîrana 2015`an, Hîwa Beramî nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Utrîşê de seredana Wezareta Derwe ya wî welatî kir û li gel karbidestên wezaretxaneyê re civiya.

Di vê hevdîtinê de, çend pirsên pêwendîdar bi Kurdistana Îranê û deverê hatin ber bas.

Nûnerê Hizbê tevî baseka giştî li dor rewşa siyasî ya Îranê, rewşa niha ya Rojhilata Kurdistanê jî şirove kir û amaje bi zêdebûna givaş û şideta rejîma Îranê û xurtkirina siyaseta tepeseriyêkirina xelkê Kurdistan kir.

Nûnerê Hizbê li pêwendî li gel tepeserkirin û tund û tûjiya rejîma Îranê, tekez li ser wê kir ku her terze nerazîbûnek weke metirsî li ser ewlehiya neteweyî da zanîn û destê hêzên tepeserkar ên rejîmê jib o kuştina xelkê bêguneh ên Kurdistanê vekirîtir dike û pêla destbiserkirin û îşkence û azardan xelkê dê xurt bibe.

Hîwa Behramî serhildana meha borî ya bajarê Mehabadê ji mînaka zindî ya wan cure tepeserkirinan da zanîn ku bûye sedema giritna dehan kes ji ciwanên wî bajarî.

Di doma vê hevdîtinê de, çend pirsên din yên siyaseta deverî ya rejîmê, û hewildanên rejîmê ji bo pir kirîztir kirina deverê, dan û standinên rejîmê li gel welatên 5+1 û çend mijarên dinxistin ber bas.

Herwiha di bersiva pirsiyara berpirsê maseya Îranê li dor pevçûnên li navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê de, nûnerê Hizbê bi hûrî ew mijar xiste ber bas.

Her di vê pêwendiyê de, Hîwa Behramî got: Hizba Demokrat tevî vê ku rastî êrîşê hatiye, lê hemû hewlên xwe ji bo çareseriya aştiyane ya vê pirsgirêkê daye û amade nine ku bibe aliyek ji şerê birakujiyê. Lê li heman demê de mukur e li ser wê ku hêzên wê li deverên sînorî ên navbera her du beşên başûr û Rojhilata Kurdistanê de cihgir bike û xebata pêşmergane bi mafê sereke yê xwe dizane û pêşmerge û kadroyên wê dê niha şûnde jî beşdarî û hizûra berbiçav li Rojhilata Kurdistanê de hebin.