Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi bêy beşdariya hikûmetê, duyem civîna Hizba Demokrat û PKK birêve çû

14:14 - 14 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Heyetekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Sekretariyeta vê hizbê de, pêşwazî ji şandekî Partiya Karkerên Kurdistanê (KCK) kir û bi vî awayî duyem civîna navbera her du partiyan piştî aloziyên navbera wan de bi bê beşdariya aliyê sêyem ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, sibêdeya roja Şemî, 13ê Hezîrana 2015an, şandekî Partiya Karkerên Kurdistanê bi serperestiya “Demhat Egîd”berpirsê Têkiliyên Derwe yên PKK, seredana Polîtburoya PDKÎ kir û ji aliyê heyeta Hizba Demokrat bi serperestiya Mihemed Nezîf Qadirî, endamê Deftera Siyasî ve hatin pêşwazî kirin.

Civîna han bi beşdariya Mihemed Emîn Pênciwênî, kesatiyê nizîk ji PKK li halekê de birêve çû ku PKK amade nebû aliyê sêyem li civîna berê de ku şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, beşdariyê bike.

Mihemed Emîn Pênciwênî, kesatiyê siyasî ê nizîk ji PKK piştî dawîhatina vê civînê ji medyayan re da zanîn: “Civîn li feza û atmosferek dostane, birayane û kurdane de birêve çû.

Piştî êrîşa PKK û aloziyên li vê derheqê de, eve duyem civîna navbera her du aliyan de bû.

Ya girîng ev e ku Hizba Demokrat û KCK bihevre dicivin û bihevre basa pirsgirêk û vê giriftê kirin ku li navbera wan de hebû û gihîştine encamek pozetîv jî. Civîn dê berdewam bin, diyalog dê berdewam be, daku çi din tu girift û pirsgirêk li navbera wan de dernekevin pêş”.

Yek ji encamên pozetîv ên vê civînê bi raya Mihemed Emîn Pênciwênî, rûniştina berpirs û şandeyên bilind ên her du aliyan bi hev re hat zanîn û li vê derheqê de jî ragihand ku: Hizba Demokrat û PKK piştî çend rûniştinek çend demjimêrî gihîştin vê encamê ku xebata kurdayetî ya xwe bi bê tu pirsgirêk û giriftan xurt bikin.

Ew kesatiyê siyasî li doma axaftinên xwe de jib o medyayan lid or ciyawaziyên encama vê civînê bi ya berê re, ragihand: her du civînan jî encamên baş hebûn û yek ji encamên pozetîv ên van civînan ev e ku ew du hizb û parte bi hevre alîkarî û hevkariyê bikin lid or xebata kurdayetî li vê deverê de.

Mihemed Nezîf Qadirî, endamê Deftera Siyasî yê PDKÎ û serperestê şandeya Hizba Demokrat jî piştî dawîhatina duyem civîna navbera her du aliyan de, tekez li ser vê yekê kir ku ev gotinên Mihemed Emîn Pênciwênî, gotinên me jî ne.
Qadirî li doma axaftinên xwe de îşare bi beşek ji naveroka civînê da û got: “Me li ser biyavên siyasî û paratîkî bihevre qise kir”.

Wî herweha lid or encamên civîna duyem ragihand: “Em gihîştin vê encamê ku hewce dike civîn û rûniştinên navbera her du aliyan bidom in, helbet li rûniştinan de jî ruha ji hev fêm kirin û ruha hevkariyê tê dîtin, lewre emê li van civînên ku li pêşerojê de bigrin, dê pitir li ser şêwaza piratîkî ya hevkariyan, têgihîştina zêdetir û nizîkbûna ji hevdu re pêngavan bawêjin.

Li dawiya civînê de tekez li ser berdewamiya van civînan hat kirin.
Hewce ye were gotin ku piştî çend rojan bi ser dorpêçkirina pêşmergeyên PDKÎ ji aliyê gerîlayên PKK ve, Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat li daxuyaniyekê de ragihand ku: Piştî çend rojan cehd û tekoşîna çend alî jib o rûniştin û diyaloga bi serokatiya PKK re bona pêşgirtin ji her terze bûyerek nexwastî û herweha çareserkirina pirsgirêkan ji riya diyalog û guftigoyê ve, PKK ferman bi hêzên xwe kir ku êrîşî ser pêşmergên PDKÎ bikin û mixabin sibêdeya roja Yekşemî, 24ê Gulana 2015an, hêzên PKK teqe ji pêşmergeyên PDKÎ kirin û şerek nexwastî bi hêzek kurdî re bi ser me de ferz kiriye.

Piştî wê bûyerê û teqeya gerîlayên PKK ji pêşmergeyên PDKÎ û şehîd û birîndarbûna 4 pêşmergên Hizba Demokart , Hikûmeta Herêma Kurdistanê şandek berevankar li navbera her du aliyan de pêk anî û ew şande raspart ku bi armanca aramkirina rewşê, civînek li navbera Hizba Demokrat û PKK de pêk bînin.

Li encamp de civîn bi beşdariya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperestiya Kerîm Sencarî, Wezîrê Hundur yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlemana Kurdistanê de birêve çû.

Lê di rûniştina duyem de, PKK qebûl nekir ku aliyê sêyem wate Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar be, lewre civîna duyem roja Şemiyê 13ê Hezîrana 2015an de bi bê beşdariya aliyê sêyem li polîtburoya PDKÎ de birêve çû.