Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Caşên Kurdistanê bi kincên pêşmergeyan re bo nav xelkê tên şandin

16:41 - 14 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Rejîma îslamî ya Îranê li pîlanek nû de bi armanca naskirina endam û alîgirên Hizba Demokrat, caş û kirêgirtiyên kurd bi kincên pêşmergeyan re bo deverên cuda cuda ên Kurdistanê dişîne.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, li doma pirovaksiyon û dijkiriyarên rejîma îslamî ya Îranê bi nisbet hinartina hêza pêşmergeyên Hizba Demokrat û cihgîrbûna van hêzan li deverên sînorî ên Kurdistana Rojhilatê de, rejîma Îranê li hewl û xebatek nû de gurûpek ji caşên Kurdistanê li deverên Şino, Nexede û Pîranşarê de bi kincên kurdî yên pêşmergeyan ve bo çiyayên van bajaran şandine.

Hevwelatiyek kurd ê akinciyê Şino, tevî piştrastkirina vê nûçeyê bi malpera Kurdistan Media ragihand: Ev gurûpa caşan li bal xelkê deverê de, xwe bi pêşmerge didin nasandin.

Çavkaniyek haydar ji şandina caşên Şino’yê jib o çiyayên Kurdistanê, armanc ji vê pîlana rejîma Îranê, naskirin û li dawik avêtina endam û alîgirên Hizba Demokrat da zanîn.

Tê gotin ku ew tîma caşan bi mifahstandin ji pênûsên kameradar, li dema axaftina bi xelkê re jib o naskirina endamên hizbê, dîmenên wîdyoyî tomar dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xelkê Kurdistanê haydar dike ku rejîma Îranê her weke berê jî li hewla kirêtnîşandana sîma û kesatiya rastîn a pêşmerge de ye û bo wê armancê jî, kirêgirtiyên xwe bi kincên pêşmerge ve bo deverên cuda cuda ên Kurdistanê dişîne. Vê carê jî piştî cihgîrbûna hêzên pêşmergên Hizba Demokrat li sînorên Kurdistanê de, kirêgirtiyên xwe bi kincên pêşmergeyan ve bo deverên Kurdistanê dişîne û dixebite ku endam û alîgirên Hizba Demokrat eşkere û binase.

Li vê derheqê de Hizba Demokrat a Kurdistanê, raya giştî ya xelkê Kurdistana Rojhilatê û bi taybetî wan hevwelatiyên ku wan xwefiroş û kirêgirtiyan nas nakin, haydar dike ku tu pêwendiya wan kesan bi Hizba Demokrat ve nine û hewce ye ku hûn xwe ji berbirûbûna bi wan hêzan re biparêzin û xwe ji wan nizîk nekin.