Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînên Mistefa Hicrî bi Kongiresman û Senatorên Amerîkayê re berdewam in

15:20 - 15 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Sekreterê giştî yê PDKÎ li doma hevdîtinê xwe li Amerîkayê de, bi kongiresman “Pawil Kûk” û senator “Îdward Markî” re civiya.

Li gorî rapora malpera Kurdistan Media, roja pêncşemî 11ê Hezîrana 2015an, sekreterê giştî yê Hizba Demokar li gel Endamê Kongirês “Kûk” û senator “Markî” re hevdîtin kir û guhertinên vê dawiyê ên Rojhilata Navîn ji dîtingeha hizbê ve ji wan re şirove kir.

Mistefa Hicrî li van du hevdîtinan de, bas ji rewşa niha ya Kurdistana Rojhilatê kir û got: Raste ku Hizba Demokrat li dijî şer û her terze şidet û tund û tûjiyekê ye, lê me tev rê jib o çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên xwe bi Îranê re ceribandine û li vê derheqê de jî me goriyên zaf û têçûya herî zêde daye.

Hicrî îşare bi dîroka berxwedana gelê kurd li Kurdistana Rojhilatê de kir û got ku: me wekî gelê kurd û him jî wekî partiyek siyasî, siyasetên xwe tenê li ser bingeha bawermendî û baweriya xelkê ava dikin û hezkirin yan nekirina tu aliyekê nabe sedem ku em siyasetê hilbijêrîn yan jî li siyasetekê de ku me hilbijartiye, poşman bibin.

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat îşare bi vê yekê kir ku take bingeha ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê siyasetên xwe li ser ava dike, bawerî û berjewendiya xelkê Kurdistanê ye û mezintirîn sermaye ye jib o Hizba Demokrat.

Mistefa Hicrî li doma axaftinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku: em bi tu awayî ji vê metoda xebatê ku me girtiye ber xwe, heta gihîştin bi armancê paşde nakişînin. Herweha da zanîn ku armanca Îranek demokratîk û Federalî mafê me ye daku em li şêwaza birêveberiya xwe de biryarder bin û beşdar bin li piroseya siyasî li welatê xwe de.

Mistefa Hicrî herweha da zanîn ku jib o gihîştina bi demokrasiyê li her cihek vê dinê bi taybet li Îranê de ku tepeserî û zext û givaş bi hemû şêwe û metodên xwe ve serdest in, hewcehî bi alîkariya dunyaya azad heye.

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat tevî îşare kirin bi vê bernameya siyasî ku jib o pêşeroja Îran û Kurdistanê heye, got: ew pêşeroja ku em hizir jê dikin, ne tenê di berjewendiya netewên Îranê de ye, belkî bi tewahî li gel berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê di Rojhilata Navîn de jî teba ye.

Paşan Mistefa Hicrî eşkere kir ku heya dema ku rejîma Îranê li ser kar be, Rojhilata Navîn nikare aramî û ewlehiyê bi xwe bibîne û şer jî li Rojhilata Navîn de berdewam dibe.

Hicrî da zanîn ku eva li berjewendiya Îranê de ye ku alozî û pevçûn li navbera Şîe û Suneyan de xurt bike û tevdankarî li deverê de zêdetir bike, lewre bi baweriya me, şerê Daişê li Îraqê de zêdetir ji her tiştî pêwendî bi Îranê ve heye û hemû hewlên Amerîka û hevalbendan li dijî Daişê ji ber destwerdana Îranê li deverê de bi şikestê re berbirû dibin.

Hicrî li dor danûstandinên navikî ên navbera gurûpa 5+1 û Îranê de jî da zanîn: Rêgirtin ji Îranê bona bidestxistina çeka navikî ji deverê re karekî bisûd e, lê em biguman in ku ew lihevhatin bikare me bigehîne vê armancê.

Hicrî sedema vê nerînê jî vegerande ser vê rastiyê ku Îran ji bo çareserkirina pirsgirêkan nehatiye ser maseya got û bêjê û li encam de jî dê ji bo gihîştin bi armanca xwe ku bidestxistina çeka navikî ye, dê berdewam bibe.

Li gor vê raporê, du aliyên din ên civînê sefera Hicrî ji bo Amerîkayê li vê zirûfê de bi girîng zanîn û îşare bi vê kirin ku pir girîng e li vê şert û merca han de dengê li cihên cuda cuda ên Waşîngtonê de bihê bihîstin.

Herweha îşare bi vê kirin ku niha îdareya Obama ku mijûlê lihevhatina bi Îranê re ye, eva pir girîng e ku di Amerîkayê de kesên ku dikarin nirxandinek cuda hebin, guh ji wan bê girtin.

Di van dîdar û hevdîtinan de, her du aliyan piştgiriya xwe ji gelê kurd di Kurdistana rojhilatê de nîşan dan û dan zanîn ku eva nirxandinek rast e ku gelê kurd û gelên din ên Îranê hewcehî bi alîkariyê hene daku bi armancên xwe bigihin.