Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêgirtiyên rejîmê bi soza pere, ji bo paygahên sînorî tên şandin

16:29 - 15 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Rejîma Îslamî ya Îranê bi avakirina binke û meqerên nû û nûjenkirina paygahên kewn li deverên sînorî ên Kurdistanê de li hewla cihgîrkirina hêzek zaf ya caşên Kurdistanê ye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, li doma mîlîtarîzekirina deverên cur bi cur ên Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, nawendên têkildar ên rejîmê li gundê “Lor Ava”ya ser bi bajarê Ciwanro yê de paygahek nû ava kiriye.

Li gor rapora gihîştî ji Riwanserê ve, rejîma Îranê Pasgeha “Qûrî Qela”yaw î bajarî de ku çend sal bûn ji hêza leşkirî hatibû vala kirin, nûjen dike û hêza caş û kirêgirtiyan têde cihgîr dike.

Çavkaniyekî haydar li vê derheqê de bi malpera Kurdistan Media re ragihand: “Rejîma Îranê bi avakirina binke û paygahên leşkirî ên nû û nûjenkirina binkeyên valakirî, dixwaze atmosferek ewlekarî bi ser Kurdistanê de zal bike”.

Çavkaniyê lid or cihgîrkirina hêza kirêgirtiyan li wan binke û paygehan de, da zanîn ku rejîma Îranê bi wan caşên ku amade ne li binke û paygahên rejîmê de cihgîr bibin û heya Payîzê li wir bimînin, soz daye ku 15 milyon tûmenî bide wan.

Rejîma Îslamî ya Îranê piştî şoreşa gelên Îranê bi şêwe û metodên cur bi cur cehd kiriye ku xelkê Kurdistanê li hejarî û belengaziyê de bihêle daku bikare ji hejariya xelkê mifahê bistîne û bi dana pere û sozên cur bi cur, komek xwefiroş û kirêgirtiyan li dewra xwe kom bike û wan li dijî xelkê Kurdistanê û partiyên dijberê rejîmê re bi kar bîne.