Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî din ê Sipaha Pasdaran li Kurdistanê hate kuştin

20:23 - 15 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Di encama pevçûna navbera hêzên Sipaha Pastarên rejîma Îslamî a Îranê û çekdarên nenas de, endamekî din ê Sipahê hate kuştin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja borî 14’ê Hezîrana 2015’an, di pevçûnekî navbera hêzên Sipaha Pastaran û çend kesên nenas li devera Serdeştê de, endamekî Sipaha Pastarên rejîma Îslamî ya Îranê bi navê “Rûhula Sultanî” xelkê bajarê “Amul” a Îranê hate kuştin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa rapora vê pevçûnê belav kiriye ku kuştina endamê Sipaha Pasdaran di encama vê pevçûnê de ji aliyê nûçegihaniyên Sipaha Pastaranê ve hatiye piştrastkirin.

Li gor gotinên hevwelatiyan, heya vê demê tu Partiyekê derheq kuştina wî endamê Sipaha Pastaranê, bertek ji xwe nîşan nedane.

Pêştir jî, di pevçûnekî ku di navbera hêzên rejîma Îranê ligel çekdarên nenas ku li derdora gundên “Şimle” û Şînder” ên ser bi bajarê Serdeştê de derketibû holê, 5 kes ji leşkerên rejîma Îranê birîndar bibûn.

Herwiha roja sêşemiya borî 8’ê Hezîrana 2015’an jî, di êrîşa kesên nenas de, li navbera gundên”Textî Zengî” û “Ser Şîlane”ên ser bi Şaho ya Kamyaranê, 6 Caşên girêdayî Sipaha Pasdaran, hatibûn kuştin.