Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesata 24’ê Gulanê û hevpeyvîna bi çend şahidên bûyerê re

14:41 - 16 Hezîran 2015

H: Şemal Terxîbî
1-Birêz Kemal Xizrî ku wekî berpirsê vê hêza li Kêleşînê bû, bi vî awayî bas ji çawaniya bûyerê dike: “Çend rojan em di dorpêçê de bûn, û hewla me ya micid ew bû ku em kêşeyên xwe bi gotûbêjê çareser bikin, lê mixabin wisa diyar bû ku çekdarên PKK biryara xwe ya qirêj derheq şerê birakujiyê dabûn, lewra sibêdehiya roja Yekşemiyê 24’ê Gulanê, dema ku me çav li derdora xwe kir, me dît ku wan di hember pêşmergeyên me de çeper girtibûn. Dîsan min gote hevalên xwe ku em şerê birakujiyê nakin, lewra hesasiyetê nîşan nedin heya ku em diçin û bi wan re daxivin. Lê di demekê de ku me dixwast li ser vê mijarê bisekinin, wan biryara teqekirinê dan û me jî bi neçarî bo bergirîkirina ji xwe, dest bi bersivdanê kir ku mixabin pêşmeryekî me şehîd bû, û sê kesên din jî birîndar bûn”.

2-Piştî vê bûyerê û rûmalkirina wê ji aliyê medyayên Başûr ve, hin kes û aliyan hewl didan ku esla vê bûyerê ji riya xwe derxînin, û wisa nîşan bidin ku ew yek tenê şerê devikî di navbera du sê kes ji ciwanan de bûye, di vê derheqê de heval Behmen Dêhqan pêşmergeyekî din di vê herêmê de dibêje ku: “Ew meseleya dûr e ji rastî, û tenê bo xapandina raya giştî ye. Rastiya vê ew e ku hêzên PKK bi biryara pêşwext ew karê nerewa encam dan, hekî ne rewşa heyî dûr ji her cure hestyariyekê bû, û piştî behs û gengeşeyeke zaf, û hewl dan ji bo çareseriya kêşeyê ji riya diyalogê ve, bi hêzeke teyar ku zêdetir ji 200 kesî dibûn, êrîşî ser me kirin, gelo eva şerê di navbera çend ciwanan de ye”?!.

3-Derheq çareseriya birîndaran ku PKK dixwaze wisa nîşan bide ku ji aliyê wan ve hatine çareserkirin, beşdarekî din yê vî şerî bi navê Silêman Mînapak dibêje: “Piştî vê ku birakujên PKK zanîn ku em teslîmî daxwazên nerewa yên wan nabin, û dijkiryara tund ya reşmalên vê herêmê dîtin, ku dixwastin ji me re alîkar bin, û Kurdekî Rojhilatî ku di vê herêmê de mijûlî kolberiyê bû şandin cem me, bi alîkariya wî kesî me karî ku birîbndarên xwe ku pêştir me birînpêç kiribûn, bo cihekî dûrtir ji şergehê veguhêzin.

Eva ku PKK dixwaze nîşan bide dûr e ji rastiyê, û mesele ew e ku ew herêm bi tewahî di bin kontrola wan de ye, û gellek xwazayî ye ku ew birîndar û ew şehîdê me bikeve destê wan de. Heya ji bo agadariya we, li gora axivtina birîndarên me, gerîlayên wan gellek bi bê hurmetî ve bi me re reftar kirin”.

4-Di bersiva vê pirsê de ku gelo dijkiryara vî xelkê medenî wate reşmalan li ser dîtina pêşmergeyan û rûdana vî şerê dasepayî çi bû, heval Husên Hesenniya ku yek ji beşdarên bûyera Kêleşînê ye got: “Berî vê ku şer dest pê bike, em bo heyama çend rojan di vê herêmê de mabûn, û çavê me kete gellek ji hevalên Başûr û Rojhilata Kurdistanê, bawer bikin ku hezkirineke bêqas di nav derûna wan de, hest pê dihate kirin, dema ku dizanîn ku em pêşmergeyê PDKÎ ne. Heya di vî heyamî de ku em hatibûn dorpêçkirin, û çekdarên PKK derheq alîkariya bi me re, gef li reşmalan xwaribûn, çendîn kasibkarên li ser sînor û hevwelatiyên Başûra Kurdistanê di hewla vê yekê de bûn ku alîkariyan ji me re bişînin, û hinek caran jî karîn ku armancên xwe bipêkin”.