Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîn digel şahidên karesata 24’ê Gulanê

14:43 - 16 Hezîran 2015

H: Arif Vêlzî

1-Birêz Sidîq Derwêşî endamê Komîteya Nawendî û berpirsê tîmên Nawenda 3’ê Ya Kurdistanê bo herêma Kêleşînê, li derheq vê pirsê ku gelo felsefeya çûna vê hêzê bo wê herêmê çi bû, weha dibêje: “Di rastî de armanca me ji bo çûna bo van herêma bo karê rêkxistinî û teblîxatî bû, û me dixwast ku ji vê riyê derbas bin û herin bo nav herêmê, û pêştir me pilana xwe darêtibû. Lê bo birêvebirina karên xwe hewce bû ku em heyamekê li wir bimînin, û zanyariyên hewce li ser herêmê kom bikin”.

Navbirî herwisa derheq vê pirsê ku gelo çi bû astengî li ser riya vê hêzê ku nekare karên xwe bike, û gelo çi tişt bû sedem ku hêza din şerekî bi vî rengî pêk bîne, û dijkiryara we çi bû? weha got:

“Her di destpêkê de hevalên PKK kêşe ji me re çêkirin. Çendîn sal in ku wan ew der kirine milkê xwe, û navê herêmên parastina medya li ser danîne, û dibêjin ku me sînorên destçêkirî rakirine, û ev der cihê hemû Kurdan e. Lê di kiryarê de berevajî reftarê dikin.

Ew di wan ciyan de ji bo parastina berjewendiyên xwe bi Komara Îslamiya Îranê re hevahengiyê dikin, lewra hebûna hêzên me, bi baweriya wan, metirsî ye li ser berjewendiyên wan. Lewra wan berevajiyê lêdwan û gotinên xwe teqeya rasterast kirin û pêşmergeyên me jî bona berevanî ji xwe dest bi teqeyê kirin.

2-Birêz Zahîd Xelîlzade, ku di fîlma PKK de wekî fermadeyekî hêza pêşmerge dihate bi nav kirin, di bersiva vê pirsê de ku gelo te fermandehî dikir, yan jî tu bi armanceke din çûbûyî wir, weha bersiv da: “Ez fermande nebûm û wekî fermande neçûbûme cem wan, û tenê min peyam gehandin wan.”

Navbirî derheq vê pirsê de ku gelo reftara wan bi te re çawa bû weha bersiv da: “Dema ku ez bi bêsîmê ve çûme cem wan, da ku ew bi bêsîma (bêtêla) me, digel berpirsyarên me baxivin, her ku ez nêzîk bûm, jinekê gote min destên xwe bilind bike, û dest bi girtina fîlmê kirin heya ku ez vegeriyam. Min daxwaz ji wan kir ku fîlmê hilnegirin, lê her wisa ku wan nîşan daye, wan bona propagendeyê ew fîlm girtin”.

3-Birêz Hikmet Nebîzade jî ku yek ji birîndarên vê bûyerê ye ji zimanê xwe ve û bi ew qasê rastbêjî ve, vê bûyerê ji me re vedigêre, û di bersiva vê pirsê de ku we çi kir bona vê ku şer rû nede, dibêje:

“Di karûbarên leşkerî de, dema ku derdora te hate girtin, û bitaybetî bilindahî ji te girtin, ew yek bi xwe watedar e, û wekî gefxwarin tê hesibandin. Em şeş kes bi çek ve çûne cem wan, bona vê ku hesasiyet çênebe, heya me çekên xwe siwar jî nekiribûn, lê wan ji dûriya 70 metroyî ve gotin bisekinin, lê me bersiv da ku em nehatine şerê birakujiyê, em hatine bo danûstandinê, û heya me çekên xwe jî nîşanî wan dan. Piştre ku em gihîştin dûriya 40 metroyî, fermandeyê tîma me got ku ezê bi xwe herim cem wan, em sekinîn, lê dîsan gotin zû vegerin, lewra em di cihê xwe de rûniştin, heya 15 deqeyan bêdengî zal bû. Piştre me dengê 15-20 fîşekan bihîst, lê me nezanî ku ew teqe li kî tê kirin. Piştre tîma ku li aliyê serê bû dest bi teqeya rasterast kir û bi sedan gulleyî li me reşandin”.

Navbirî derheq vê pirsê de, ku gelo we çi demekê biryar da ku bersiva wan bidin got: “Dema ku me dît ku ew bi niyeta kuştinê bi dehan kesî û renge zêdetir jî bi Qenas û BKC û Kelaşînkofê gulleyan li me direşînin, me jî biryar da ku bersiva wan bidin”.

Hikmet Nebîzade derheq vê pirsê de ku gelo hûn çawa ketin destê PKK de, hûn ketin destê wan de, yan hûn bi xwe çûn, weha dibêje: “Tu kes ji me bi dîl nehate girtin, lê dema ku êrîşî ser me kirin, û piştî 2 demjimêran her bi xwe agirbir ragehandin, hêza me biryar da ku here xwarê. Me tu daxwazeke pizîşkî ji wan nekiribû, û heya em bi başî jî hatibûn birînpêçkirin, lê dema ku em hatin xwarê ji bo xapandina raya giştî, û dapoşîna cinayeta şerê birakujî, carekî din di pêşberî kamêrayan birînên me vekirin û ser ji nû birînên me pêçan, û bo heyama du demjimêran fîlm ji me hilgirtin”.