Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mistefa Hicrî peyamek rû li xelkê Kurdistanê belav kir

14:44 - 26 Gulan 2015

Birêz Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek rû li xelkê Kurdistanê û pêşmergeyên Partiya Demokrat û part û aliyên her çar parçeyên Kurdistanê belav kir.

Deqa tewaw ya peyama Mistefa Hicrî ku Ii Televîzyona “Rojhelat Tv” de belav bû:

Ji Rojhelat TV ve, ez silavan dişînim bo hemû pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.

Ez dixwazim li ser bûyera vê dawiyê ya Kurdistanê ku şer û pevçûn di navbera pêşmergeyên PDK Îranê û gerîlayên PKK de çêbûye, çend xalan bînim ziman.

Her kes dizane ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, partiyeke şerxwaz nebûye û niha jî nine. Em tu aliyekî ji bilî rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi dijminê xwe nizanin, û hemû kar û çalakiyên me jî di çarçoveya derbelêdan li vê rejîmê û xebata li dijî wê bi armanca berevanîkirin û bidestxistina maf û azadiyên pêpeskirî yên gelê kurd di Kurdistana Rojhilat de ne.

Pêka zaniyariyên min li ser wê bûyerê, pêşmergeyên me li wê deverê de hemû hewl û tekoşîna xwe bi kar anîne, ku di xaka xwe de hat û çûyînê bikin û bi xelkê xwe re di têkilî û kuntaktan de bin, lê mixabin PKK pêşiya wan girtiye, û bûne rêgir û asteng ku pêşmergeyên PDK Îranê nekarin li deverê de hat û çûnê bikin.

Em hêvîxwaz in ku pilan û biryara han, pilana giştî ya rêberiya PKK’ê nebe û şaşîtiyek be ku ji aliyê fermanderên PKK yên wê deverê ve hatibe encam dayîn. Ji ber ku, hekî wisa nebe, ew kiryar û pîlana PKK’ê di çarçoveya alîkarî kirin û destekdayîna bi dijminan, bi taybetî dijminê herî bihêz û hov ê kurd li deverê de wate Komara Îslamî ya Îranê cih digre.

Ez di vê baweriyê de me ku kurd dibe ji dîrokê dersê wergirin û ger pirsgirêkek di navbera me de derkete holê, em bikarin ji riyên dostane û aştiyane ve çaresera wan bikin. Ji ber ku niha qazanc û berjewendiyên me bi hev re girêdayî ne. Rejîma Îranê yan jî dijminên din, renge tenê bo midehekê mifahê ji yek ji me li dijî yê din standibin, lê di rastî de yê ku dibe dost û piştevanê hevdu li vê rewşa aloz û hestiyar a deverê de, divê gelê kurd be.

Ez daxwazê ji hemû tex û qatên Kurdistanê, bi taybetî yên Rojhilata Kurdistanê dikim ku li dor vê siyaseta ku PKK girtiye ber xwe, bêdeng nebin û hêz û şiyanên xwe ji her riyên mumkin ve, ji bo givaşxistina li ser PKK bixin tevgerê, da ku ji vê siyaset û reftara ku bi partiyên siyasî ên kurd li parçeyên din re dike, poşman û paşve vekişe, û PKK li cihê hewildan ji bo lawaz û jarkirina aliyên kurdî, têbikoşe ji vê hêz û şiyana xwe bi qazanca neteweyî a gelê kurd û partiyên siyasî ên Kurd mifahê bistîne, ku li xizmeta armancên xelkê de ne.

Em hêvîxwaz in ku pirsa han mezin û xurt nebe; pirsa han ne cihê dilxweşiya me ye, û ne jî em li hewla xurtkirin û mezinkirina vê aloziyê de ne; lewma hêvîxwaz im ku PKK û dostên wê jî her bi vê lojîk û nerînê û bi vî awayî mifahê ji vê zirûfê bistînin da ku ew pêwendî û têkiliya ku di navbera PDKÎ û PKK di salên derbasbûyî de hebûye, wekî xwe bimîne û bûyer û pirsa han nebe asteng.

Ez daxwazê dikim ku xelk aram û li serxwe bin û di rastî de karekî nekin ku dijmin di vê şert û merc û zirûfa hesas de, ji vê zêdetir dilxweş bin. Erkê me di rewşa niha de, yekîtî û tifaqa li hember dijmin de ye, ku vê gavê, ew dijmin rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye li hemû parçeyên Kurdistanê de.

Ez serkevtinê ji we re daxwaz dikim, û herweha daxwaza yekîtî û piştevaniya we ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hêzên siyasî yên din dikim ku li pêvajoya qazanc û berjewendiyên neteweyî de pêngavan davêjin û fedakariyan dikin.
Pir spas dikim