Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Qasimlû, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê” çap û belav bû + Got û bêj

16:24 - 17 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Pirtûka “Qasimlû, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê”ji nivîsîna “Mecîd Heqî” nivîskar û çalakvanê siyasî ê kurd û rûniştiyê Finlandê li Kurdistanê de hat çap û belav kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemî, 14ê Hezîrana 2015an, pirtûka “Qasimlû, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê”ji nivîsîna Mecîd Heqî ê nivîskar û çalakê siyasî ê kurd ve hate çap û belav kirin.

“Qasimlû, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê” li çarçoveya pirtûkek 130 rûpelî de hatiye çapkirin ku 25 nivîs û gotarên nivîskar bi boneya 25mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlû û hevalên wî li xwe de cih daye.

Li pêşgotina nivîskar de hatiye ku li vê pirtûkê de, xalên herî girîng ên têkildarî huner û metoda rêberiya dr.Qasimlû bi mifahstandin ji dawîn teoriyên zanistî ên rêberiyê hatine bas kirin.

9586.jpg
Mecîd Heqî, nivîskar û çalakê siyasî ê kurd

Mecîd Heqî, nivîskar û çalakê siyasî ê kurd li bersiva pirsiyara malpera Kurdistan Media li ser armanc û merema wî ji nivîsîna vê pirtûkê de weha got: “Li ser kesatiya Dr. Qasimlû li biyavên curbicur de gelek hatiye gotin û nivîsandin, lê bi kêmî awir ji rola Dr.Qasimlû li geşandina rêberî û metoda rêxistin û birêveberiyê li nav tevgera kurd de hatiye dayîn. Wekî nîşandana emegnasiya xwe bi rêbaza Qasimlû û herweha bi armanca ronîkirina mijarên herî girîng ên rojeva bizava neteweyî, wate pirsa rêberiyê, min biryar da ku vê pirtûkê pêşkeşî bargeha rêvîngên Dr. Qasimlû bikim”.

Malpera Kurdistan Media li doma gotûbêja bi Mecîd Heqî, nivîskarê pirtûka “Qasimlû, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê”de, pirsiyarek lid or rola Dr. Qasimlû li geşekirina rêberî û sedemên awirdana kêm ya ji rola wî rêberê kurd re xiste ber bas û navhatî jî weha bersivand: “Yek ji pirsên herî girîng ên bizava neteweyî, pirsa rêberî û perwerdeya rêber e. Mixabin heya niha jî li piraniya hêzên kurdî de, rêberî li ser bingeha sunetên kevnar û pergala mêrsalariyê de birêve diçe û guh bi vê yekê nahê dayîn ku rêberî, him zaniest e û him jî metod û şêwaza piratîkî û herweha biyava herî bibandor e jî li pêşdebirina armancên siyasî û rêxistinî de”.

Mecîd Heqî weha domand: Li vê dîtingehê ve ger em mêzeyî 20 salên derbasbûyî yên rêberî û birêveberiyê bikin, em kêmtirîn guhertinên mêtodîk li sîstema birêveberiya hizbê û diyarîkirina stratejiyê li nav partiyên kurdî de tê dîtin. Dr. Qasimlû wekî rêberekê, him vîzyon û aso jib o hizbê û xelkê afirand, him jî hewil da rêberiya bikomli nav Hizba demokrat de bike bi çand û ferheng. Ji aliyekî din ve jî ji riya avakirina komîsyonên cur bi cur li nav hizbê de û avakirina zankoyê li nav hizbê de, dixwast jêhatîgerî “şayiste salarî” û perwerdeya rêberiyê li nav hizbê de nehadîne û cihgîr bike”.

Nivîskarê pirtûka “Qasimlû, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê” li dawiyê de bas ji vê dike ku cuda ji wê ku Qasimlû di ew heyama ku sekreterê giştî yê Hizba demokrat de bû, sal bo sale û kongire li pey kongireyê jî nûgeriya siyasî û kûrtir kirina çanda demokrasiyê û disîplîna rêxistinî derbasî nav hizbê dikir. Lewre Hizba demokrat li serdema Qasimlû de, bi wateya rastîn ya peyvê, pêşeng û pêşrewê xelkê Kurdistanê û rêberê tevgera netewî ya kurd li Kurdistanê de bû”.