Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RMMK: Daliqandina çalakvanên Kurd, kiryarek nemirovî ye

16:29 - 18 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Saziya Berevankar a ji mafên mirov ya Kurdistanê di daxûyaniyekê de, birêvebirina hukmê îdama Mensûr Arwend, girtiyê siyasî ê Kurd bi karekî nemrovane da zanîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja sêşemiyê 15’ê Hezîrana 2015’an, rêxisitina Berevankar a Mafên mirovan ya Kurdistanê li hember birêvebirina hukmê lidarvekirina Mensûr Arwend, girtiyê siyasî ê Kurd yê xelkê bajarê Mehabadê daxûyaniyek belav kir.

Saziya Berevankar ji mafên mirov a Kurdistanê(RMMK) di daxûyaniyekê de, sedema birêvebirina hukmê îdama vî girtiyê siyasî ê Kurd di vê zurûfê de, ji bo afirandin û pêkanîna tirs û xof û nîgeraniyê li nav çalakvanên siyasî û sivîl yên Kurdistanê de vegerand.

Saziya Mafê Mirov ya Kurdistanê, xembariya xwe derheq birêvebirina hukmê nedadperwerane û nemirovane ya çalakvanên siaysî û sivîl di Kurdistana Îranê de nîşan da û daxwaza dawîanîn bi van cure lidarvekirinan li Kurdistanê û pabendbûna rejîma Îslamî a Îranê bi yasayên navnetewî û herweha kerameta mirov kir.

Di dawiya daxûyaniyê de hatiye: “Rêxistina parêzerê mafên mirov ya Kurdistanê hişyariyê dide rejîma Îslamî ya Îranê û tekez li ser wê yekê dike ku li berçavnegirtina pîvanên mafên mirovî yên pesendkirî di carnameya NY bo kêmaniyên netewî û ayînî weke mafê diyarîkrina çarenivîsê (Otonomî), xurtbûna tund û tûjiyê li Îranê û guhertina rewşa vî welatî bo welatekî din wekî Sûriye û Îraq li pey re tê”.

Berbanga sibê ya roja yekşemî, 24’ê Hezîrana 2015’an, hukmê îdamkirina Mensûr Arwend, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Miyanduavê de birêve çû.

Mensûr Arwend, Hezîrana 2011’an li mala xwe di Mehabadê de hatibû binçavkirin û paşan ji aliyê çiqa yekem ya dadgeha Şoreşa bajarê Mehabadê, bi tometa “muharibe” ji rêya alîkarîkirin bi Partiyek Kurd ê dijberê rejîma Îranê” cezaya îdamê bi ser de hatibû sepandin.