Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derwe ya Amerîka: Rejîma Îranê ji piştewanên sereke yên terorîzmê ye

16:36 - 20 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Wezareta Derwe ya Amerîkayê ragihand ku rejîma Îranê ji piştewanên sereke ên gurûpên terorîstî li seranserê devera Rojhilata Navîn de ye.

Wezareta Derwe ya Amerîkayê, roja înê 19’ê Hezîrana 2015’an, li nûtirîn rapora xwe de lid or rewşa terorîzmê li cîhanê de ragihand: Rejîma Îranê herwusa ji riya Sipaha Quds, çiqa derekî ya Sipaha Pastaran, piştewaniya xwe ji terorîzmê li cîhanê de didomîne.

Wezareta Kar û barên Derwe ya Amerîkayê li vê raporê de tekez li ser vê yekê kiriye ku: “Rejîma Îranê cehd kiriye ji riyên qaçax ve, çek û teqemeniyan jib o gurûpên terorîstî bişîne”.

Sipaha Pastaran a rejîma Îslamî a Îranê ji aliyê Wezareta Derwe ya Amerîkayê ve bi cîbecîkarê siyaseta Derwe ya rejîma Îranê kiriye û gotiye ku rejîma Îranê dixwaze rewşa welatên devera Rojhilata Navîn neewle bike.

Herweha berê jî, Caş Êrnêst li konferansek rojnamevanî de tekez li ser vê yekê kiribû ku rejîma Îranê bi dirêjiya temenê nifşekê piştewanî ji terorîzmê kiriye û Waşîngtonê bi berpirsên rejîma Îranê re ragihandiye ku ku bi nîsbet piştewaniya wan ji terorîzmê ji riyên curbicur ve nîgeran in.

Navê rejîma Îranê li Hezîrana sala borî de li gel welatên Sûriye, Kûba û Sûdanê li lîsteya piştewanên terorîzmê ya Amerîkayê de hat. Lîsteyek ku her sal ji aliyê Wezareta Derwe ya Amerîkayê ve tê belav kirin û rejîma Îranê li vê lîsteyê de, weke piştewanê herî sereke yê terorîzmê li cîhanê de hatibû nasîn.

Wezareta Derwe ya Amerîkayêli rapora sala 2014’an ya xwe de, ragihandibû ku li sala 2013’an de, piştewaniya rejîma Îranê ji terorîzmê bi awayek kêmwêne li 20 salên derbasbûyî de zêdetir bûye.
Caş Êrnêst herweha ragihandibû ku: “Aboriya Îranê ji ber dorpêçên aborî pir daketiye, lê tu nîşane ji daketin û kêmbûna piştewaniya rejîma Îranê ji terorîzmê bi taybetî piştewaniya malî nahê dîtin”.

Herweha navhatî îşare bi destwerdan û rola rejîma Îranê li şerê Yemen û piştewaniya wê rejîmê ji Hosiyan kiribû û tekez li ser vê yekê kiribû ku şerê Yemenê dikare bibe bi şerek berfireh li deverê de.