Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

sêyem civîna PDKÎ û PKK’ê li Qendîlê de birêve çû

13:32 - 21 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Sêyemîn rûniştina navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Qendîlê hat encam dayîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja şemî, 20’ê Hezîran (30’ê cozerdan), şandekî PDK Îranê, bi serpereştiya Mihemed Nezîf Qadirî, Endamê Polît Buroya vê partiyê ve seredana Qendîlê kir û ji aliyê şandekî PKK’ê (bi serperestiya Cemîl Bayîk) hevserokê wê partiyê ve, pêşwazî jê hat kirin.

Di vê hevdîtinê de hinek mijarên siyasî derbareya rewşa siyasî a Rojhilata Navîn, bi taybet derheq pirsgirêka Kurd de, hatin nîqaşkirin.

Beşa sereke ya vê hevdîtina dualî, ji bo baskirina peywendiyên navbera PDKÎ û PKK’ê, herwiha avirdanek li ser du civînên pêştir, nirxandin û vedîtina rêçareyekê ji bo dubare nebûna her terze aloziyekê û çareseriyek bingehîn a pirsgirêkan hatibû terxan kirin.

Mihemed Nezîf Qadirî endamê Mekteba Siyasî a PDKÎ li ser şêweya birêve çûna vê rûniştinê ji malpera Kurdstan Media re ragihand: “Rûniştina me di şert û mercekî dostane û jihev têgihîştinek pir baş de birêve çû”.

Serpereştê şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bas ji geşbîniya her du aliyan li ser encama civînê û rûniştinên pêşerojê de jî kir.
Navhatî di berdewamiya axaftina xwe de eva jî anî ziman: Di vê rûniştinê de, biryara domandina diyalog û gotûbêjan heya çareseriya yekcarî a hemû pirsgirêk û alioziyên navbera her du aliyan de hat dayîn.

Pêştir jî di roja 13’ê Hezîran (23’ê Cozerdan)ê de, duyem civîna şanda PKK’ê bi heman şanda PDKÎ re, li bargeha sereke ya Polît Buroya vê partiyê de birêve çûbû.

Piştî bi dawî hatina rûniştina duyem, Partiya Demokrat a Kurdista Îranê tekez li ser daxawzên xwe kiribû . Vê partiyê bi rijdî pêdagirî li ser biryara venekişandina hêzên xwe ji çiyayên Kêleşîn û Qendîlê kiribû.