Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

13`ê Tîrmehê, nirxa rêbaz û şopa azadiyê/ Poster û tiraktên 26’mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlû

13:22 - 21 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Komîsyona Teşkîlat û Rêxistinê ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, poster û tiraktên taybet bi salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlû û hevalên wî belavkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Komîsyona Teşkîlat û Rêxisitina nepenî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li ser û bendê 13’ê Tîrmeh (22’ê Pûşper)ê, 26`mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlû û hevalên wî li bajarê Viyenê ji aliyê dîplomatên terorîst ên rejîma Îslamî ya Îranê ve, poster û tirakêt taybet bi wê rojê belav kirin.

Komîsyona Rêxisitina Nepenî a Hizba Demokrat di vê derheqê de daxwaz ji endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dike ku bi belavkirina tirakt û posteran û birêvebirina çalakiyên tebilîxî, bîranîna şehîdên Vîyenê bilind binirxînin û terorîzma dewletî ya rejîma Îslamî şermezar bikin.

Hevalê şoreşvan, mamosta û rêber, Dr. Ebdulrehman Qasimlû, sekreterê berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê tevî Ebdulah Qadirî Azer, endamê Komîteya navendî yê Hizba Demokrat, di 13’ê Tîrmeha sala 1989’an de, dema ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li gel hejmarek ji nûnerên rejîma Îslamî ya Îranê li Viyenê de got û bêj dikirin, bi destê nûnerên rejîma Îslamî a Îranê ve hatin şehîd kirin.

Di vê terora necamêrane de “Dr. Fazil Resûl” Kurdê Başûr û mamostayê Zanîngeha bajarê Viyenayê jî, bi destê terorîstan hate şehîd kirin.

Tirakt û posterên taybet ji bo bilind ragirtina yad û bîranîna şehîd û pakrewanên Viyenê li alboma wêneyan de hatine cih kirin.