Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: “Stratejiya Îran û Tirkiyê li dijî hevdu ye”

15:11 - 21 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Kovara DENG li hejmara xwe ya 98’an de, hevpeyvînek li dor rewşa Kurdistana Rojhilat, Îran, gotûbêjên navikî ên 5+1 bi Îranê re û pêwendiyên navbera hêzên opozîsyonê de bi Mistefa Hicrî re pêk anî.

Kovara DENG di nûtirîn hejmara xwe (98’an) de hevpeyvînek li gel Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser rewşa Îran, Kurdistana Rojhilat, bandora Îranê li herêma Rojhilata Navîn, guftûgoyên wî welatî ligel Amerîka û welatên Rojava û pêwendiyên rêxistinên Îran û Kurdistana Rojhilatê pêkanî.

Deq wê hevpeyvînê bi vî awayî ye:
Kovara DENG:Rewşa siyasî ya Îran bi giştî, ya Rojhilata Kurdistanê bi taybetî çawa ye?

Mistefa Hicrî:Îran welatekî pir netewe ye. Dikarim bêjim di vî welatê de bêtirî 70 milyon însan di bin desthilatdariya kesek “Weliyê Feqîh” û bi gor ola Îslam a Şiayê 12 Îmamî (Wilayeta Feqîh) têne îdarekirinê. Dem û dezgehên dî yên vî welatî wek parlaman, dem û dezgehên dadgeh û hwd. bê naverok in û karê wan tenê cî be cî kirina fermanên Weliyê Feqîh e. Herwekî serokomarê berê Mihemed Hatemî (1997-2005) bi aşkere gotibû, ku “serokkomar li Îranê tedarûkatçi ye ne tiştekî dî”. Di welatekî wisa û di vê serdemê de rewşa siyasî ya welatê hanê ron û aşkere ye. Daxwazkirina azadiyên seretayî û rêzgirtin li mafê mirov û li ber çavgirtina mafên neteweyên bindest û olên dî, wekî xirabkirina asayîşa giştî tên qebûlkirin. Kesên ku van tiştan daxwaz dikin ji aliyê hêzên asayîş û leşkerî ve û herwisa ji aliyê dem û dezgehên dadî, ku van herdu du baskên bihêz ên Weliyê Feqîh in, bi tundî tên pelixandin. Di vê welatê de eger karker û mamosteyên dibistanan bi şêweyê aşitî daxwaza zêdekirina meaşên xwe an jî daxwaza meaşên ku çend meh e wernegirtine bikin, an têne zindanî kirin an jî ji kar têne dûrxistin.
Ewan û gelek wekî wan bûne sedemê hindê ku xelk û rejîm bibine du tiştên ji hev cuda û dijî yekûdu û bêbaweriya hevûdu. Xelk bê desthilat e û nanê xelkê, hêzên asayîşa zordest û dezgehên dadî di destê aliyê dî ango di destê rejîmê de ye û bi gor dilê xwe teda dijberê xwe dike, mafê wê binpê dike. 

Rejîm, ji roja hatina li ser kar dijayetiya xwe dijî Amerîka nîşan da û ji bo Amerîkayê digot; “Şeytana mezin”. Temamiya di van 36 salan de gelek caran aşkere kir ku amade nabe ligel Amerîka gotubêj bike. Lêbelê, liber çavê alemê li ser pirsgirêka etomî, di nava Weliyê Feqih û Serokê Amerîkayê Obama de çend gotubêj çêbû û name çû û hat. Rêjima Îran niha jî ber bi lihevhatin û teslîmbûn bi mercên diyarkirî yên Amerîka û welatên 5+1 ve diçe. Ji bona ewê ku eblûqayê aborî li ser Îranê nemîne. Lê belê, qet amade nebû ku digel xelkê Îranê aşitî çêke û daxwazên wan yên rewa qebûl bike, berovajiya vê yekê li hember daxwazên xelk roj bi roj bi tundtir disekine.

Rewşa Rojhilata Kurdistanê herwekî rewşa cihên dî yê Îranê ye, lê belê hindek cudahiya wê heye. Kurdên Rojhilat, ji ber sedemên cudahiya netewî û olî, ku piraniya wan mezheba Sunnî ne, di bin zulma duqat da ne. Ji bona ku Kurdên Rojhilat, hişyarbûn e û di xebata dijî rejîm û daxwazên xwe yên demokratîk û neteweyî de mukir in, rewşa ewlekariya Rojhilata Kurdistanê tundtir e û kîna taybetiya rejîm derheqê Kurdên rojhilat de heye. Ev yeka hanê jî bûne sedema hindê ku zulm û zordariya li ser Kurdên Rojhilat, ji yên din zêdetir û tundtir bin, bi şiklekî ku herwekî rejîm jî li ser çewsandina xalkê çar wîlayetan (Kurdistan-Kirmanşan-Îlam-Urmiye)  ragihandiye, di warê bêbeş bûn û cudahiyê da (diskirimination) pişka şêr ya xalkê wan wilayetan e. Serbarê ew hemû teda û zilm,  gelê Kurd li ser mafên xwe yên zeftkirî pêgir e û di her derfetekî û heta zindanê de jî daxwaza mafên xwe dike. 
Bi liber çavgirtina pêgeha Îran li rojhilata navîn, di zirûfa îro de armanca rejîma Îran li herêmê çi ye? û stratejiya Îranê ji bona bidest xistina van armancan çi ye?

Ji destpêka damezrandina xwe ve, yek ji armancên serekî ya komara Îslamî a Îran, rêkirina şoreşa Îslamî li derveyê welat e; Îslama Şîa û Wîlayeta Feqîh...
Armanca hanê, bûye erkekî îdeolojîk ya vê rejîmê. Her ji destpêk heta îro ji bo vê armancê kar kiriye û karê hanê pêşve biriye. Armanca rejîm di vê bernameyê de pêkanîna împaratoriya Îslam a Şîa li Rojhilata Navîn û cihên dî ku musluman lê ne. Împaratoriyê hanê ji aliyê Weliyê Feqih tê birêve birinê. Herwekî berê Xûmeynî, niha jî Xamaneyî çawa xwe rêberê musulmanên cihan dane nasîn û didine nasîn. 

Rêjima İranê, li Rojhilata Navîn ji bona gihîştina armanca hanê û ji bona cihgîr kirina desthilat û îdeolojiya xwe, bi rêyên serbazî, aborî, çek û cebilxane, pêşve birina mezheba şîa ve, pêşvedibe, dest li karûbarê navxwe yê welatên navçe werdide, şer û alozî û dubendiyê pêktîne. Rejîma Îslamiya Îran heta niha kariye li Iraq, Suriyê, Lubnan û Yemenê, vê bernameyê xwe bi serkeftî ci be ci bike. Komara Îslamî bernameya xwe venaşêre û gelek caran berpirsên payebilind ên rejîmê, armanca hanê ragihandine. Bo nimûne; Hacetulîslam Saîdî ku nûnerê rêberê Komara Îslamî di nav Pasdaran de ye, welatên İraq Suriyê ê Behreynê, weki meydana stratejîk a İranê dihesibine û dibêje, ku “nabe Îran meydanê hanê wunda bike, daku ewlekariya Îranê rastî alojî û kêşe nebe.” Hacetulîslam Şîrazî ku nûnerê Weliyê Feqîh li Leşkerê Quds de ye, ragihandiye ku “hukmê Ensarullahî Yemenê wekî hukmê Hîzbûllahê Lubnanî ye”. Alîkarê Serokomarê Îranê Elî Yûnisî di vê dawiyê de gotiye ku “Niha Îran di çar paytextên Ereb (Bexda, Şam, Beyrût û Sana) da hikumdarî dike.” Rejîma komara Îslamî di çarçoveya vê siyasetê de, mafê xwe dizane ku alîkariya gelek grûbên terorîstî û eqaliyetê ayînên Şîa li welatên Ereban wek Siûdî û Yemenê de bike û ji bona ewê ku li hember mezhebê sunne bihêztir bin. Sedemê sereke yên hemû şer û kuştin û wêraniyê ku li Rojhilata Navîn roj bi roj zêde dibe, siyaseta hanê a Komara Îslamiya Îranê ye.

Derheqa pirsgirêkên Rojhilata Navîn, helwestên cuda û rikeberî di nava Îran û Tirkiyê de heye. Tesîra ev cudahî li ser rewşa Kurd çi ye? Bi taybetî serdana Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bo Îran û îmze kirina hindek rêkeftinên aborî çi tesîrekî li ser pirsgirêkên di navbera wan de û li ser pirsgirêkên di navçeyê de heye?


Ev herdu dewlet xwe mîradgirê împaratoriyetên berê dizanin. Di serdema berê û niha jî ji bona berfirehkirina navçeyê jêr kontrola xwe rikeberî  û şer dikirin û dikin. Herdu dewlet jî îdeolojiya Îslamê cuda şîrove dikin:  Şîa û Sunne. Heta niha tesîra cudahî û rikeberiya firehtir kirina desthilatdariya hanê di welatên Rojhilata Navîn û misilmanên dinyayê de heye. Ji ber vê yekê jî, stratejiya herdu hikûmet bi temamî dijî hevdu ne, lêbelê, ew nayê vê wateyê ku li ser hinek taktîk lihevneyên. Wek îmzekirina peymanên bazirganî û parastina ewlehiya sînoran. Lêbelê taktîkên hanê nabine sedemê çareserkirina pirsgirêkên stratejîkên herdu hikûmet. Rikeberiya wan berdewam dibe. 

Tesîra cudahiya hanê li ser pirsgirêka Kurd heye. Li Tirkiyeyê demokrasiyekî nîsbî heye û Kurd jî ji wê demokrasiyê berhemdar bûne û karine di çarçoveya qanûnên demokratîk de partî dabimezrînin, di nav partiyan de xwe rêkbixin û di hilbijartina parlamentoyê de bi azadî namzedên xwe destnîşan bikin û hilbijêrin û bişînin parlamentoyê. Herwisa bi vê rêyê ve birêvebirina di piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê bigrin destê xwe. Lê, li Rojhilata Kurdistanê ku di bin desthilatdariya komara Îslamî a Îranê de ye û ji ber siyaseta dîktatorî û tundûtujiya rejîm, gelê Kurd ji hemû van mafan bêpar in. 

Helwestê we derbarê rêkeftina welatên 5+1 ligel rejîma Îranê çi ye? Bi gor bîr û baweriya we tesîra wê rêkeftinê li ser siyaset û kiryara rejîm li nav xweyî û derveyê Îranê çi bibe?

Bi gor siyaseta Komara Îslamî û ev tecrubeyê ku me li ser rejîme heye, ez di wê baweriyê de me, ku li ser pirsgirêka etomî, Îran di dawiyê de xwe teslîmê mercên welatên 5+1 bike. Sedema vê teslîmbûnê jî, rewşa xirabiya aboriya komara Îslamî ye. Sedema xirabiya hanê jî eblûqaya aborî ye ku li ser Îranê heye. Bi gor bîr û baweriya min, di netîceyê de ev lihevhatinê, dibe ku bibe sedema guhartina siyaseta rejîm di warê peydabûna kar, dahat û pêdiviya xelkê. Lêbelê, di warê siyasiyê û ewlehiyê de, tundûtujiya rejîm eger zêde nebe jî, kêm jî nabe.

Lê, derheqê derveyê welat de: Rakirina hindek xalên eblûqeyê dibe bihêzbûna hikûmet di warê aboriyê de, ev yeka jî dibe alîkar daku rejîm zêdetir alîkarî bide hevpeymanên xwe û grûbên terorîstan ji bona cihgîr kirin û berfirehtir kirina desthilat û nifûzên xwe di navçeyê de. Ew jî tê wateya, ku di Rojhilata Navîn de şer û alozî wê zêde be.

Pêwendiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ ligel opozîsyona Îranê bi giştî, bi taybetî jî rêxistinên neteweyên Îranê çawa ye?

Bi giştî, pêwendiya me ligel opozîsyona Îranê baş e. Em ligel hindek rêxistinên neteweyên dî yê Îranê ku dijberê rejîmê ne, wek Kurd, Tirkmen, Belûc û Ereb, di yek eniyê de ne, ku navê wê Kongreya Neteweyên Îran a Federal e. 16 hîzb û rêxistin ew eniyê pêkanîne. Em hemû bi hevre li dijî rejîmê xebatê dikin, armanca vê kongreyê pêkanîna Îranekî demokrat û federal e ku têde ev navçeyên ku neteweyên Îranê têde dijîn bi gor yasayên demokratîk û ji aliyê nûnerên van netewan û bi şiklê otonomî birêve biçe û mafê van netewan di hemû waran de were parastinê.

Pêwendiya PDKÎ ligel hêzên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê bi giştî, bi taybetî jî hêzên parçeyên dî yê Kurdistanê çawa ye û li ser çi bingehê ye?

Pêwendiya me ligel hemû hêzên demokratîk ên Kurdî gelek baş e. Ligel hêzên Başûrê Kurdistanê jî bi vî şiklê ye. Pêwendiyên hanê, li ser bingeha rêzgirtina hevûdu, destênewerdana di karûbarên hevûdu û herwisa alîkarî kirin bi gor taqat û karîn e. Ew bingeh, bûye alîkar daku pêwendiyên me ligel hêz û aliyên siyasî yê Rojhilata Kurdistanê baş bibe û bibe sedema hevkarî û hevpeymaniyê, ku pêşda di nava me de şer û pirsgirêk hebûn. Em di wê baweriyê de ne ku Kurd, paş dîrokekî dûr û dirêj ku bi dubendî û şer û nifaq ve tijî ye û bi kêrê dujminê me hatiye, divê rûpelekî nû vekin, eger di nava me de pirsgirêk çêbe di rêya diyalog û bi şiklê aşitîxwazî ku rêyên serdemî ne, çareser bikin.

Guftûgo û hewlên PDKÎ ligel hevalên cudabûyê ji PDKÎ di çi qonaxê de ye û paşeroja hewlên hanê çawa dibînin?

Me, pêwendiyê xwe ligel wan hevalan ku di sala 2006an de ji PDKÎ cuda bûne, kirin asayî. Bêtirî salekî di nava me de diyalog heye bo yekgirtina dubare. Em ji aliyê xwe ve biryar daye ku ev gotûbêjê berdewam bikin taku bigihîjin armancê. Hêvîdar im, wan jî ji bona gihîştina armanca hanê, li ser proseya diyalogê berdewam bin. Rewşa hestiyariya îro ya Rojhilata Kurdistanê ku di bin zilm û tedaya rejîma Îslamî û dijî gel de ye, ji her demê zêdetir vê yekê dixwaze. Erkê hanê li ser milê me herdu alî de ye, ji ber ku cudabûn bi yek terefî dibe, lêbelê ji bo yekgirtinê pêwîst e daxwaz û îradeyê herdu alî hebin. 

Bîr û baweriya we li ser Kongreya Neteweyî a Kurdistan çiye? Bi gor bîr û baweriya we di zirûfa îro de hewlên pêkanîna Kongreyê Neteweyî serdikeve an na?

Pêkanîna Kongreya Neteweyî a Kurd, pêdiviya berçav a îro ya gelê Kurd e. Dikare tesîrekî bihêz li ser yekdengiya Kurd li navçe û dinyayê de dayne. Lêbelê, rastiyên ku li meydanê hene ji me re dibêje ku “Wextê gav avêtina ji bo vê armancê nîne”. Pêkanîna Kongreya Neteweyî ku divê xizmeta doza neteweyê Kurd li seranserê Kurdistanê bike û dûr ji berjewendiyên partîtî be, ji ber milmilaneya hîzbî û zêdexwazî û dijayetiya hevudu ya hindek aliyên siyasî ku hêzên serekî yên Kurd tên hesibandin, dûr e. Berê ku gotûbêj li ser kongreya neteweyî destpêbike, pêwîst e ev diyardeyên ne demokratîk, ku li ser rêya pêkanîna kongreya neteweyî asteng in, bêne çareser kirin. Ji bo vê yekê jî dibêjim, di zirûfa îro de eger kongreyekî bi navê Kongreya Neteweyî pêkwere, di xizmeta neteweyî a Kurd de nabe.

Bi liber çavgirtina qonaxa hestiyar a ku tevgera gelê Kurd têde ye, peyama we ji bo xwendevanên Kovara DENG çiye?

Îro, em û hemû Kurdên niştîmanperwer, wekî hîzb û takekes pêwîst e bîr li xebat û tekoşîna sedsalî ya Kurd bikin û ji bona bir dest xistina mafên neteweyî gavan bavêjin. Lê belê, ji ber gelek sedem heta îro em negihîştine armancên xwe. Di vê warê de divê hemû kes û alî berjewendiyên neteweyî li ser hemû berjewendiyên şexsî, hîzbî û grûbî dayne. Eger na, neçar dibin ku ev xebata xwînavî û tijî bi karesat her wisa berdewam be, bê ewê ku em bigihîjin armancên xwe. Dujminê gelê me di seranserê Kurdistanê de ev tiştan dixwaze. Di vê warê de berdewam mijûlê plan danînê ne. Bila, ji me çi aliyek nebe amrazê destê dîktatoran, daku di vê planê de serkevin.

Çavkanî: Dengeazad.com