Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî ya Îranê ji Kirmaşanê ve hêzê dişîne Qendîlê

14:48 - 22 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Rejîma Îslamî ya Îranê li doma şandina hêzên leşkirî ên xwe bo deverên sînorî ên Kurdistanê, vê carê hêzek zaf ya xwe ji Kirmaşanê ve bo sînorên Qendîl û Kêleşînê şandiye.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Şemî, 20ê Hezîrana 2015an, rejîma Îslamî ya Îranê li doma hewlên cur bi cur ên xwe jib o berbirûbûna hêza pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, hêzek berbiçav ji Kirmaşanê ve bo deverên sînorî veguhastiye.

Çavkaniyek haydar li vê derheqê de bi malpera Kurdistan Media’yê ragihand: “Rejîma Îslamî ya Îranê li cehdek nû de, hêzên leşkirî ên Sipaha Pastaran ji Kirmaşanê ve bo deverên sînorî ên parêzgeha Sine û Urmiyê şandine”.

Li gorî vê raporê, ew hêz piştî veguhastina bo deverên sînorî, li çiyayên Qendîlê de cihgîr bûne.

Lii gor van raporên ku ji bajarên cur bi cur ên Kurdistanê ve gihîştine Kurdistan Media, “Rejîma Îslamî ya Îranê li midehê çend hefteyên derbasbûyî de, wate piştî cihgîrbûna hêzên pêşmerge ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li deverên sînorî ên Kurdistana Rojhilatê de, ji bajarên din ve hêzek zaf ya leşkirî bo bajarên sînorî ên Kurdistanê kiriye”.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi şandina hejmarek berbiçav ji hêzên leşkirî ên xwe bo deverên sînorî ên Kurdistanê û cihgîrkirina topxaneyan li van deveran de, atmosferekî ewlehî bi ser Kurdistanê de ferz kiriye.

Rejîma Îslamî ya Îranê piştî cihgîrbûna hêzên pêşmerge ên Hizba Demokrat li sînorên Kurdistana rojhilatê de, gelek hewlên cur bi cur weke avakirin û nûjenkirina binke û pasgahên leşkirî, şandina caş û kirêgirtiyan bi kinc û cilûbergên pêşmergeyan bo nav xelkê de bi armanca li dawikxistina endam û alîgirên Hizba Demokrat û heerweha çandina mayînan li derdora binkeyên leşkirî ên xwe de girtiye ber xwe û bi vî awayî jî, tevî mîlîtarîzekirina Kurdistanê, xwe jib o berbirûbûna bi pêşmergeyên Hizba Demokrat re amade bike.

Her li vê derheqê de gorî çavkaniyek haydar, kirêgirtiyên rejîmê bi soza wergirtina pere, bo binke û paygahên leşkirî tên şandin.

Hevwelatiyên kurd li vê baweriyê de ne ku piştî şandin û cihgîrbûna hêzên pêşmerge ên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li deverên sînorî de, rejîma Îranê tûşî tirsek mezin hatiye û bi hemû awayekê dixebite ku berbirûyê hêza pêşmerge ya Hizbê bibe.