Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanên sivîl ên kurd daxwaza nasandina bajarê Serdeştê weke “bajarê aştiyê” dikin

15:41 - 22 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Li serûbendê 28’mîn salvegera kîmyabarana Serdeştê de, çalakvanên medenî ên bajarê Serdeştê bi weşandina daxuyaniyekê, daxwazkar in ku ew bajar weke bajarê “Aştiyê” bê nasîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, çalakvanên sivîl ên bajarê Serdeştê li serûbenda 28’mîn salvegera kîmyabarankirina wî bajarî de, peyamek belav kirin û div ê peyamê de daxwaziya wê kirine ku bajarê Serdeştê weke “bajarê Aştiyê”bê nasandin.

Wan çalakvanan li peyama xwe de daxwaz ji hevwelatiyên kurd kirine ku serbarê yad û bîranîna pakrewanên kîmyabarana Serdeştê, bi wan re jî li dor nasandina bajarê Serdeştê weke bajarê aştiyê hevdeng û hevgav bin.

Kîmyabarana bajarê Serdeştê ku li 28’ê Hezîrana 2015’an de ji aliyê balafirên şer ên rejîma Beis a Îraqê ve hat encamdayîn, li midehê kêmtir ji mehek piştî wê êrîşa kîmyayî de, 140 kesan bi sedema wê çeka kîmyayî ve jiyana xwe jidest dan.

Niha 2 hezar 200 birîndarên kîmyabarana Serdeştê li wî bajarî de akincî ne û hewcehî bi pêregihîştina pizîşkî hene.

Li gor gotina çalakvanên sivîl, rayedar û nawendên têkildar ên rejîma Îslamî ya Îranê, ne tenê tu alîkarî û hêsankariyek jib o goriyên bombebardûmana şîmyayî a Serdeştê nakin, belkî astengiyên yasayî û neyasayî jî jib o gihîştin bi mafên wan bikar tînin.

Zêdetir ji 8 hezar berketî û kêmendamên kîmyabarana bajarê Serdeştê hene û tenê nave 150 kesan ji aliyê nawend û dezgehên têkildar ên rejîmê ve weke berketiyên kîmyabaranê hatine tomarkirin.