Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya pêşmergeyekî Hizba Demokrat koça dawiyê kir

16:22 - 22 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Dayîka Hîwa Mîrzayî, pêşmergeyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajaroka “Sahêb”a ser bi Seqizê, koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Yekşemî, 21’ê Hezîrana 2015’an, daye Helîme Birûcirdî, keça Sadiq û jidayîkbûya gundê Qeylesûn û akinciya bajaroka Sahêb bi sedema nesaxiya Penceşêrê li temenê 59 saliyê de koça dawiyê kir.

Daye Helîme, diya Hîwa Mîrzayî, kadrê PDKÎ û herweha kesatiyek xweşnav ya civatên xelkê deverê bû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana xem û nerihetiyan, hevxemiya xwe jî bi malbat û kes û karên daye Helîme’yê û bi taybet Hîwa Mîrzayî, pêşmergeyê Hizba Demokrat re radigehîne û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk û beşdar dizane.