Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicrî: Ti hizbek nikare xwe bi ser civaka Kurdistanê de bisepîne

22:34 - 24 Hezîran 2015

Kudistan Media: Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Hizba Demokrat di semînareka siyasî di bajarê Kolna welatê Almanyayê de komelek bas û babetên derheqê deverên Rojhilata Navîn bi giştî û gelî Kurd bi xasmanî bas li ser kirû şiroveyeke hûr li ser bûyerên siyasî ên pêwendîdar bi Hizba Demokrat û xebata gelê Kurd li Kurdistana Îranê pêşkêşkir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemiyê 21`ê Hezîrana 2015`an, semînarek a siyasî ji bo “Mistefa Hicrî”sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi beşdariya hejmarek berçav ji nûnerên Hizb û saziyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, çendîn nivîskar û rewşenbîr ên Kurd û kesayetiyên siyasî ên serbixwe û Kurdên akinciyên bajarê Kolna welatê Almanyayê û hejmarek endamên Hizbê di wî bajarî de birêve çû.

Semînar, bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin li canê pakê hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, destpêkir.

Paşan, Mistefa Hicrî çend gotin pêşkêş kir û di destpêka axaftina xwe de armanca dawî sefera xwe bo derveyî welat û xasmanî welatên Almaniya û welatên Yekgirtî yên Amerîkayê ronî kir.

Mistefa Hicrî:“Yek ji wan tiştên ku ligel welatên derve û bi taybet welatên 1+5 li ser bas kir, pirsa lihevkirina Navikî ya navbera Îran û welatên 1+5 bû.

Hicrî di doma axaftina xwe de îşare bi vê yekê kir, em wek aliyên Kurd bi me waye ku ev rêketina bandorek a zêde ser gelên Îranê dê hebe û me hewce zanî ku di vê derheqê bi ronî bîr û fikra xwe wek aliyên Kurd li gel biryarderan bîne ber bas.

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat divê Semînara siyasî de tekez kir: Rêkevtina Rojava gel rejîma Îranêli derheqê pirsa dewlemendkirina Oraniyûmê, bandoreke nigatîv zêde bi pêwendiyên gel siyaseta Rejîma Îranê di deverê de heye.

Hicrî bandora nigatîva rêkevtina navikî li ser rewşa devera Rojhilata Navîn bi wî awayî bas dike: Rejîma Îslamiya Îranê bi sebeba dopêçên aborî yên di jî ev Rejîma pesenkirine, dorpêçan li ser xwe lay bibe û rewşa aboriya xwe serober bike û dibe ku wan şert û mercên ku Rojava bo danane qebol bike û bi nerîna me jî qebûl dike û lewra ti rêyeke din nîne.

Navbirî di doma axwaftina xwe de got: Diyare ev aboriya eva nîne ku bikare bijêva jiyana xelkê Îranê berhev bike, belkû ev aboriya ku şerê rejîma Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed berdevam be, şerê ku li Yemenê de berdewame, dibe bodceya vê ji aliyê Îranê ve dabînbik û Hizbola ya Lobnanên wek û rejîmeke saybirî ya Îranê bikare bo ajave dibe bodceyê dabîn bike.

Mistefa Hicrî herwiha bo pêdaçûn li ser eva ku li Îraqê girûpa Terorîsta DAIŞê beşeke zêde ya hewceyên xwe ji aliyê Îranê ve berhevdibe û dibêje: Ewa ye ku rejîma îslamî ya Îranê zêde mihime li gel Rojava li hev bike û bi giştî bo me wek aliyeke Kurd mihim bo ku Rojava bîr û bo çûna xwe wek gelê Kurd ji gelên pêwendîdar bi rêkevtina welatên 5+1, li gel Îranê û ser pirsa Navikî û bandorên li ser gelên Îranê û bi xasmanî gelê Kurd bîne ber bas.

Mistefa Hicrî di beşeke din li axaftinên xwe tekez li ser têkdana rejîma îslamî ya Îranê li dever û siyaseta têkdanê ya wê rejîmê û têkiliyêln wê bi DAIŞ`ê re got: Rejîma Îslamî ya Îranê li dor dirustkirina Împiratoriya Şîî di Rojhilata Navîn de ye û bi xasmanî li welatên ku hêlala Şîe pêk hînaye û li gor xwe bikare bi vê hêzê li hember neyarên xwe berxwebide.

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat di berdewamiya axaxtinên xwe de ragihand: Herwiha hemû welatên mislman yên Sonî di deverê de û her wiha Rojava û bi xasmanî Amerîka neyarê Îranê ye û ku waye dibe hêlek ji dora xwe bo ewê ku parastî bimîne û dirust bike. Ji bo pêkînana Şer û ajave û pozbilindiyê, her eve ku rejîma Îslamî ne tenê dojminê DAIŞ`ê nîne belku alîkariya wê jî dike û ji wî alî we DAIŞê bi hêz dike.

Di beşa dawî a axaftina eslî ya Mistefa Hicrî, bo xebata gelê Kurd û alîkarî ya pêwendiyên navbera Part û saziyên Kurdan terxan kirbû.

Mistefa Hicrî di vê pêwendiyê de got: “Herçend gelê Kurd li mêjve xebat dike û kariye komelek destkevtên mezin bo xwe bi dest bixe, di wî warî de jî mixabin li nav xwe da nekariye dost û neyarên xwe bi başî ji hev cuda bike, hin aliyan bi navê dost ve dojmin dinihêre û bi cave dujmin jî wek dost dîêtiye, bi wê sedemê xebata gelê Kurd di domdirêjiya dîrokê de tûşî bilindahî û nizimayek berçav bûye.

Hicrî bi vî awayî gotina xwe domand: Dijmin bi başî kariye ku mifah li wan cure siyasetên hizban verbigre û gelê Kurd jî xesar lê ketiye. Heta serdanê me bo welatên derve û hînanae gore alîkarî kirina gelê Kurd , ew bi aşkera bi wan dibêjin ku alîkarî ya ve bikin ew jî lê dipirsin ku em jî ev amade bûna me heye ku bikarin mifah lê verbigrin û em dikarin nav mala xwe bi rêîxistin bikin.

Hicrî di beşek din yên axwaftina xwe de bas ji vê dike eger çî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê 70`ê sale xebat dike û divê heyama 70 salî de jî zêde fidakarî kiriye û xwedî bi hezaran şehîd e, lê ev bi vê wateyê nîne ku tenê Hizba Demokrat mafê vê heye ku biryarder a eslî li Kurdistanê de be ewa bo Hizbên din jî herwa ye.

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat di dirêjiye dap ê li ser vê danî ku: Hizbek ku xwavênî hêzeke zêde li derheqê hizbên din ve , nabe bibe eva ku hevla qedkirin a aliyên din bide xwe li ser civaka Kurd de bisepîne.

Mistefa Hicrî li ser pirsa şandina pêşmergên Hizba Demokrat bo ser sînorên Rojhilata Kurdistanê û sebebên vê got: Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hesteke berpirsiyar û bo têgihîştin ji vî ku her çar parçên Kurdistanê eger bi şêwazeke Demokratîk welatê xwe birê ve bibe, bê guman ewa li ser paçên din jî ên Kurdistanê bandoreke pozîtîv didanêt û her ewa ye jî ku em başûrê Kurdistanê bikin û nêzîk bi 20 sale ku li pênav parastina berjewendiyê Hikumeta Herîmê dest ji hindek ji çalakiyên me bînin, lê dibe ewa j bizanin ku alîkarîkirina dibe her du aliyan be, narewaye ku wabe aliyek her dibe bibexşe aliyê din jî tenê maf mifah verbigre.

Hicrî di dawî de îşare bi vê hinde dike: Ji aliyekî din jî rewşa alugoran bi lez çêdibin û ewa jî erkê me dêxîne ser mile me ku hewceye amadebûna ewan jî me hebe ku li egra her cure aloguran bikarin mifah li vize û hêza xwe verbigirin.