Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

206 haletên lidarvekirinê li midehê 17 rojan de û li jêr sîbera danûstandinên navikî de

13:52 - 27 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Hevdem li gel dawîn gera danûstandinên navikî li navbera gurûpa 5+1 û Îranê de, li midehê 17 rojê vê mehê de, 206 hevwelatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dailqandin.

Li gorî rapora Kurdistan Media, li halekê de ku gera nû ya danûstandinên navikî li hale birêveçûnê de ye û bala civaka cîhanî bo aliyê danûstandinên navikî li Viyenê hatiye kişandin, hejmara daliqandiyên meha cozerdana Îsal (20 rojên yekem ê Hezîranê) ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve jordeçûnek berbiçav bi xwe dîtiye.

Rejîma Îranê li midehê yek meha dawîn de, 206 hevwelatî darve kirine.

Binpêkirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê ve li heyamê çend salên derbasbûyî de bi awayekî berbiçav xurt bûye û eva jî berdewam nîgeraniya nawendên mafê mirov li pey xwe re aniye.

Rejîma Îslamî ya Îranê li midehê çend salên derbasbûyî de, bi baldan bi danûstandinên navikî li gel gurûpa 5+1 û perawêzxistina mijara binpêkirina mafê mirov li Îranê de, mifahek xirab ji vê perawêzxistinê standiye û bi bê tu baldariyekê bi nawendên mafên mirov, bi awayekî berbiçav pêpes kirina mafên mirov li Îranê de xurt kiriye.

Çend roj berî niha jî, Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê PDK Îranê li got û bêjek bi Rûdawê re ragihandibû ku, lihevhatina navikî dê pirsa mafê mirov li Îranê de bixe perawêzê.

Kurdistana Rojhilatê yek ji wan deveran bûye ku haletên binpêkirina mafê mirov bi awayekî berbiçav têde xûya ye.

Li vê derheqê de, ajansa nûçegihaniya Kurdpa li raporek amarî – şiroveyî de bas ji 519 haletên pêpeskirina mafê hevwelatiyên kurd ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê li sê mehên Bihara îsal de dike.

Bîlançoya binpêkirina mafên mirov li Kurdistana Îranê di midehê sê mehên derbasbûyî ên Biharê li gor Bihara sala borî de ku 410 halet bûne, %26 zêde kiriye.
Piştî hatine ser kar ya Hesen Rohanî, serkomarê rejîma Îranê, binpêkirina mafê mirov li Kurdistanê de, pêvajoyek xurtbûyî bi xwe ve dîtiye, eva jî di ahlekê de ye ku serkomarê rejîma Îranê bi soza baştirkirina rewşa mafê mirov li Kurdistan û deverên din ên Îranê de bûye serkomar.

Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDKÎ di gotûbêjekê de, da zanîn ku pirsa guhertina karbidest û rayedarên payebilind di Îranê de tiştekî rûyekî ye.