Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna hin çalakiyan bi boneya salvegera kîmyabarankirina Serdeştê

20:52 - 28 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Rêxistinên serbixwe û kempînên xwerisk li serûbenda 28mîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Serdeştê de ji riyên curbicur ve yad û bîranîna goriyên wê karesatê bilind ragirtin.

Li gorî rapora malpera Kurdistan Media, bi armanca bilindragirtina yada goriyên 28mîn salvegra goriyên kîmyabarankirina bajarê Serdeştê, hejmarek ji rêxistin û kempînên medenî û xwendekarî komek çalakiyên curbicur birêve birin.

Rêxistina “Kempîna Serdeştê bi dema Pûşperê” li torên civakî de bi armanca bicîhanîkirina wê tirajîdyayê, belavkirina peyama çalakvanên medenî ên Serdeştê li vê derheqê de ku bila “Serdeşt weke bajarê aştiyê bê nasîn” û şuştina qadek Serdeştê ji aliyê çalakvanên sivîl ve ji van çalakiyan in ku li serûbendê salvegera kîmyabarankirina Serdeştê de birêve çûn.

Herweha li vê derheqê de, 113 kes ji parêzerên dozgeriyê li Îranê de jib o nasandina bajarê Serdeştê weke bajarê “Aştiyê” nameyek ji Hesen Rohanî re şandin.

Birêveçûna pêşangeha nîgarkêşî, tomarkirina rekora tekçerxê ji aliyê bisilît siwarekî kurd û gihandina peyama aştî ji Merîvanê ve bo Serdeştê ji aliyê biskilîtsiwarekî kurd ve, komek din ji çalakiyan in ku li vê derheqê de birêve şûn.

Kîmyabarankirina bajarê Serdeştê ku li 28ê Hezîrana 1987an de ji aliyê balafirên şer ên hikûmeta Beis a Îraqê ve hat encamdayîn, li midehê kêmtir ji mehek piştî wê êrîşa şîmyayî de, 140 kes ji berketiyên kîmyabaranê jiyana xwe ji dest dan.

Zêdetir ji 8 hezar berketî û kêmendamên kîmyabarana Serdeştê hene û tenê nave 150 kes ji wan ji aliyê nawendên têkildar ên rejîmê ve weke berketiyên kîmyabaranê hatine tomarkirin.

Niha 2 hezar û 200 goriyên kîmyabaranê li wî bajarî de hene û hewcehî bi pêregihîştina pizîşkî hene.