Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

aniye Şabazî

13:04 - 29 Hezîran 2015

H: Arif Vêlzî

aniye Şabazî: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê malbata me ya mezin e û em hemû li dewra hevdu kom kirine, û niha jî me tu çavnihêriyek ji partiya xwe nîne, jiber ku niha jî di halê şoreşê de ye”.

Evîna şoreş û xebatê rastiyek e ku piraniya gelê Kurd ji dil ve hest pê dikin û vê evîndariyê dikin. Evîna welat û serbestiyê bi qasekî şirîn û ji dil ve ye, ku mirovên şoreşvan, serbarê vê ku ji malbat û xweştevî û xweşiyên jiyanê dûr dikevin û di awareyî û taliyê de rojê dikin şev, û şevê dikin roj, lê bi giştî li ser vê baweriyê ne ku gelê Kurd bi tewahî xûşk û birayên hev in, û eva PDKÎ ye ku me hemûyan li her der û bajarekî weke malbatekê li dora hevdu kom dike, da ku hemû bi hev re û yekdeng di pêxema gehiştin bi hêvî û armancên netewa xwe de xebatê bimeşînin.

Birêz Saniye Şabazî jî yek ji wan jinên nîştimanperwer e ku, serbarê dûrî ji xizm û kes û kar û dê û bavê xwe, her takeke Kurd li Kurdistana Rojhilat de, bi xûşk û birayê xwe dizane, û PDKÎ jî bi malbata xwe ya sereke dizane û li ser vê baweriyê ye ku xebata netewî a Kurdistana Rojhilat gereke di bin siya PDKÎ de, bona gihîştin bi serkevtina yekcarî, bê meşandin.

Saniye Şabazî keça Hesen, sala 1958’an (02.10.1347) li gundê “Dalanî” a ser bi bajarê Dîwanderê hatiye dinê. Saniye Şabazî derheq bi nasyariya xwe û tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ re weha dibêje: “Her di despêka şoreşa gelên Îranê de û heya hinek berî wî çaxî jî, malbata min tevî şoreş û berxwedana Kurdan bi rêberiya PDKÎ nasyar bibû, jiber ku mamekî min û herweha kurmamekî min di refên PDKÎ de bûn, û mixabin piştî heyamekê tevlî karwanê şehîdan bûn, û canê xwe pêşkêşî baregehên azadiya Kurdistanê kirin. Lewra şehîdbûna mam û kurmam û herweha hesta min a nîştîmanperwerî û şoreşvanî bandor xist ser min, û min soz da ku ez weke pêşmerge tevlî PDKÎ bibim, û di sala 1983’an (1362) de, min soza xwe bi cih anî û ez bûme pêşmerge. Piştî salekê pêşmergatiyê min û kurmamê xwe yê pêşmerge bi navê Ehmed Şabazî biryara pêkanîna jiyana hevpar da û em bi hev re zewicîn, û berhema jiyana me jî 3 keç bi navên Sergol û Rûnak û Rojîn û herweha 2 kur bi navên Şoreş û Şêrko ne”.

Saniye Şabazî piştî derbazkirina pitirî 30 sal ji temenê xwe di nava refên pêşmergên PDKÎ de, çavnihêriyên xwe ji PDKÎ û herweha hevjinê xwe yê pêşmerge weha tîne ziman: “Rast e ku jiyana pêşmergatiyê tijî ye ji zehmetî, lê xincî dûriya ji ezîz û malbat û herweha awarebûn û zehmetî û taliyên jiyana pêşmergatiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê malbata me ya mezin e û em hemû li dewrê hevdu kom kirine, û niha jî me tu çavnihêriyek ji partiya xwe nîne, jiber ku niha jî di halê şoreşê de ye, dijmin xedar e û xebata li dijî wê pir giran e, lê di pêşerojê de hekî em vegeriyan Rojhilata azad û serbest, wî çaxî me çavnihêriya gellek tiştan heye ji partiya xwe. Niha çavnihêriya min ji hevjînê min jî ev e ku bi dil û can erkên xwe ên pêşmergatiyê bi cih bîne, û hêviya min serkevtina wî ye”.

Saniye Şabazî roja herî xweş a jiyama xwe weha tîne ziman: “Piştî salekê pêşmergatî û pêkanîna jiyana hevpar, bi sedema hindek hokaran min nekarî ku ez pêşmergatiya xwe bidomînim û neçar mam ku heya 2 salan vegerim Îranê, lê piştre cardin ez vegeriyam û min karî ku tevî hevjînê xwe em malekê ava bikin, û ji nû ve jiyana xwe bidomînin, eva roja herî xweş a jiyana min e”.

Saniye Şabazî herweha di hember de roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “13.07.1989’an bû, mala me li gundê “Cawkan”ê bû, me mêhvan hebûn û em mijûlî çêkirina tendûra nançêkirinê bûn ku nûçeya şehîdkirina Dr. Qasimlo bo me hat, em hemû heyirîn, pir nexweş bû, û hemû xelk li ber deriyê binkeya partiya xwe kom bibûn û digiriyan, eva roja herî nexweş a jiyana min e, û tu caran ez nikarim wê rojê ji bîr bikim”.

Saniye Şabazî rû li keçên Kurdistana Rojhilat dike, û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Daxwaza min ji keçên Kurdistana Rojhilat ev e ku tevlî şoreş û refên PDKÎ bin, û hekî kesek jî nekare ku tevlî refên partiyê bibe, dikare bi awayên cur bi cur xizmetê bi nîştimana xwe bike, bo mînak piştevaniya rêkxirawên cur bi cur ên ser bi PDKÎ bike”.