Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dava îxanetê

13:28 - 29 Hezîran 2015

Kanyaw

Deshelatdarên hikûmeta nawendî ya Îranê ji bo gihîştina bi armancên xwe yên qirêj, û jinavbirina tevgera neteweyî demokratîk a Kurd di Kurdistana Rojhilat de, ji her cure pilanekê mifah wergirtine.

Di vir de bi boneya salvegera şehîdkirina Simkoyê Şikak bi kurtî jî be, emê basa beşek ji xistina davê ya serkirde û rêberên Kurd di Kurdistana Rojhilata de bikin.

Piştî kuştina bi find û fêl ya Ce’ifer Axa birayê Simkoyê Şikak bi destê karbidestên Qacar û mirina Mihemed Axayê bavê wan Simko dibe serokê êla Şikak.

Simko ji berku serkirdeyekî diyar û naskirî bû, û têkiliya wî bi malbata Şêx Ubeydullahê Şemzînan re hebû, karî di salên dawiya şerê yekemîn ê cîhanî de, û di dema vekişiyana arteşa Rûs ji Îranê, û serkevtina şoreşa Oktoberê, û bi taybetî pêkhatina valahiya deshilatê di herêma Urmiyê de, bi kêrhatîbûna xwe, valahiya deshilatê di vê herêmê de pirr bike, û wekî serkirdeyekî xwedî şiyan xwe derbixe.

Navbirî ji bo komkirina hemû pêkhateyên Urmiyê, ragehand ku ew xaka ku wekî Kurdistan tê nasîn, nîştimana Kurd û Asûrî û neteweyên dinê ye, û dibe em bi xwe bi hev re bijîn. Lê deshilatdarên Îranê bona vê ku şer di navbera Tirk û Ermeniyan de hebe, hander dibin bo çêkirina kêşeyan di navbera Kurd û Asûriyan de, û kuştina Marşîmon. Ji aliyekî din ve em nikarin ku basa Simko bikin, lê avriyekê nedin kar û çalakiya siyasî û ferhengî ya navbirî.

Simkoyê Şikak hewleke zaf da ku li gora şoreşa xwe û berfirehkirina herêma li jêr deshilata xwe de, di warê darêtina bernameyên siyasî û ferhengî de, kar û çalakiyan bike.

Lewra di hizra vê yekê de bû ku bi alîkariya Ebdulrezaq Bedirxan bernameya siyasî ji bo serxwebûna Kurdistanê darêje. Ji bo vê armancê jî pêwendiyê bi Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Mehmûd ve dike, ku piştevaniya tevgerê bike. Herwisa vekirina yekemîn xwendingeha Kurdî li Xoyê, û avakirina weşanxane û çapkirina rojnameya “Rojî Kurd” bi sernûseriya Mela Mihemedê Torcanî li bajarê Urmiyê berhema bîra neteweyî ya Simkoyê Şikak bû.

Simkoyê Şikak piştî hewildaneke zaf ji bo desteberkirina mafê neteweyî û pêwendîgirtina bi karbidestên Îranê re, ji bo çareseriya kêşeya Kurd, fermanderê arteşê û bi taybetî Rezaxanê Pehlewî, soza danûstandinê dide wî, lê bi danîna pîlan û dava îxanetê, necamêrane li bajarê Şino de navbirî dikujin.
Serkirdeyekî din ê Kurd ku li ser sifreyeke di pêş de amadekirî, û bi awayekî necamêrane hate kuştin, Bapîr Axayê Mengur bû.

Ehmed Axayê Muqedem hakimê bajarê Meraxe, Bapîr Axayê Mengur ji bo çareseriya pirsa Kurd bangî vî bajarî kir, û her li wir navbirî bi firt û fêlan kuştin. Hemze Axayê Mengur serokê êla Mengur kesayetiyê berxwedêr û supahsalarê leşkerê Nehrî bû. Hemze Axayê Mengur piştî derbazkirina çendîn sal girtîgehê di girtîgehên dewleta osmanî de vegeriya Kurdistana Rojhilat û ji aliyê hakimên Qacar ve lêborîn jê re derket. Lê ji aliyê kesekî bi navê Emîr Nizamê Gerosî, ku cihê baweriya derbarê Nasiredîn Şahê Qacar bû, karî bi qewl û sozên derevîn û qewlê avakirina hikûmeta Kurdistanê, navbirî xistin davê. Di encam de navbirî ji aliyê kirêgirtiyên Emîr Nizamê Gerosî ve teqe lê tê kirin, û canê xwe ji dest dide.

Piştî avakirina PDKÎ ew şêweya xistina davê ya rêberên Kurd li Rojhilat her dom dike, û bi dehan serkirde û kadr û pêşmerge hatin şehîdkirin. Şehîdekî din ê vê davê, Mela Aware ye. Navbirî kadrekî xebatkar ê PDKÎ bû, û herwisa kesayetiyekî naskirî û civakî jî bû.

Di meha Hezîrana sala 1968 (dawiya meha Cozerdana sala 1347)’an de ew ji aliyê xwefiroşan ve bi dîl tê girtin, û li sibêdehiya 11’ê Xermanana hemen salê li bajarê Serdeştê de tê gullebarankirin.
Şehîdekî din ê dava îxanetê Dr. Qasimlo ye. Ew kesayetiyekî naskirî ê cîhanî, û dîplomatekî şareza û jêhatî, û rêberekî aştîxwaz û sekreterê giştî yê PDKÎ bû.

Tarîperestên Komara Îslamiya Îranê di encamê de ji riya aştî û gotûbêjan ve pêxemberê aştiyê li ser maseya gotûbêjê şehîd kirin, bi vê xeyalê ku bi şehîdkirina navbirî dawiyê bi PDKÎ û tevgera neteweyî ya xelkê Kurd di Kurdistana Rojhilat de bînin. Lê Dr. Şerefkendî xebatkarê rasteqîne yê demokrat û cihgirê jêhatî yê Dr. Qasimlo riheke nû da ber PDKÎ.

Dijminan zanî ku navbirî nahêle bê Qasimloyî bi PDKÎ ve xuya bike, dîsan di kiryareke din ya cînayetkarane de, û di welatekî demokratîk de, rûreşiyeke din ji xwe re kirîn û Dr. Şerefkendî jî şehîd kirin. Lê ew dibe baş bizanin ku xebat bo bidestxistina mafê neteweyî her dom heye, û alaya tevgera neteweyî demokratîk ya gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat serbarê wan hemû xedr û cînayetan heya serkevtina yekcarî wê her pêlan bide.