Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarekî xwenîşandanên Mehabadê jiyana xwe ji dest da

13:06 - 30 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Akam Telac ku di encama teqeya hêzên rejîma Îslamî ji xwenîşanderên Mehabadê birîndar bibû, piştî 53 rojan di nexweşxaneya bajarê Urmiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, îro duşemî, 29’ê Hezîrana 2015’an (8’ê pûşpera 1394’an), Akam Telac, hevwelatiyê xelkê bajarê Nexede û xwendekarê zanîngeha Azad ya Mehabadê ku di bervara 7’ê Gulana 2015’an de bi teqeya rasterast ya hêzên rejîma Îslamî ji xwenîşanderên kurd li pêşberî hotel Tara ya bajarê Mehabadê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Akam Telac ku yek ji van xwenîşanderan bû ku bi teqeya hêzên leşkirî yên rejîmê birîndar bibû, ji bo nexweşxaneya bajarê Mehabad û piştre jî ji ber kûrbûna birîn û şirbûna tendurustiya wî ji bo nexweşxaneya Urmiyê hatibû şandin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, take nûçegihaniya Kurdistana Rojhilatê ye ku heya niha rapora şehîdbûna Akam Telac belav kiriye û di vê raporê de ragihandiye ku heya belavbûna vê nûçeyê, meytê Akam Telac radestî malbata wî nehatiye kirin.

Wê çavkaniyê herweha daye zanîn ku berpirsiyarên nexweşxaneya Urmiyê û nawendên ewlekariya rejîmê bi armanca rêgirî û pêşgirtin ji her terze nerazîbûnekê, xwe ji dana meytê Akam Telac diparêzin.

Roja pêncşemî, 7’ê gulana 2015’an, hevwelatiyên kurd ku bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe li hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî de, li pêşberî hotel Tara ya Mehabadê de xwenîşandanek girseyî lidar xistin ku ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkirî yên rejîma Îslamî ve rastî êrîşê hatin û bi wî awayî jî xwenîşandana aram û tenah ya hevwelatiyên kurd ji aliyê rejîmê ve rastî şidet û tundûtûjiyê hat û hevwelatiyên kurd di wê xwenîşandanê de ketine ber destrêjiya guleyên hêzên leşkirî yên rejîmê û di encam de çendîn hevwelatiyên kurd birîndar bûn.

Teqeya rasterast ya hêzên leşkirî yên rejîma Îslamî ji xwenîşanderên Mehabadê û birîndarbûna çendîn xwenîşanderan li demekê de bû ku nawendên têkildar ên rejîma Îslamî ragihandibûn ku hêzên rejîmê tu şidet û tundiyek li hember xwenîşanderan encam nedane.
Akam Telac, yek ji birîndarên tundûtûjiya hêzên rejîmê li dijî xwenîşanderên Mehabadê di 7’ê Gulana 2015’an li pêşberî hotel Tara de, îro duşemî 29’ê Hezîranê, piştî 53 rojan berxwedaniya li hember mirinê de, jiyana xwe ji dest da.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana xem û keserên xwe, sersaxiyê ji malbat û kes û karên Akam Telac dike û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk û beşdar dizane.