Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Akam Telac di rewşeke ewlehî de bi axê hate sipartin

15:18 - 30 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Duh 29`ê hezîranê, Akam Telac rûniştvanê Nexedeya Kurdistana Rojhilat ku li xwepêşandana Mahabadê hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor malpera Kurdistan Media û gor çavkaniyên herêmî, cenazeyê Akam Telac piştî ku radestî malbata wî hatî kirin, li guristana Budax Sultan a Mahabadê di rewşeke dijwar a ewlekarî de sipartin axê.

Mirina wî xwendekarê Kurd di demekê de ye ku Hêzên leşkerî ên Îranê pevçûnên beriya niha bi 54 rojan a hêzên leşkerî û ewlekarî ligel şêniyên Mahabadê, red kiribûn.

Akam Telac xwendekarê zanîngeha Mahabadê û rûniştvanê Nexedeyê bû. Wî roja pêcşemiya meha 5 a sala 2015`an (beriya niha bi 54 rojan) di encama xwepêşandana Mahabadê ya hember otel Tara û gulereşandina hêzên leşkerî ên hikûmetê, bi tundî hatibû birîndarkirin.

Navborî piştî rakirin bi nexweşxaneyê û 53 roj tedawiyên bijîşkî, duh jiyana xwe jidest da.
Akam di dema tedawîkirinê de, du car neştergerî bi wî re hatibû encam dan, lê bi sedema xwînrêjiya hundir sikê wî û kûrbûna birînan, duh jiyana xwe jidest da.

Tevî vê yekê wî pêdivî bi neştergeriyek diin hebû lê emelyat bi wî re nehatibû kirin.
Gelê Mahabadê bervar 7/5/2015`an, di bertekdan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî ku xwe ji qata 4 a otel Tara avêtibû û dawî bi jiyanê anîbû, çalakiyên nerazîbûnê lidar xistibûn. Di dawiyê de ew çalakî bi serhildanê hatibûn guherandin.

Di encama serhildanê de beşek ji otel Tara şewitîbû, kesek hatibû kuştin, bi dehan kes birîndar bibûn û hejmerek zor jî hatibûn binçavkirin.