Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêdengmana karkerên Bendava “Çeperavî” ya bajarê Şino ji Tirsa derkirinê

21:43 - 30 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Paşxistina heqdestê karkerên bendava “Çeperavî” ji aliyê berpirsên wê kompaniyê ve didome û ew 9 mehin ku heqdest bi karkeran re nehatiye dan.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, midehê 9 mehane ku berpirsên Kompaniya Bendava “Çeperavî” ya bajarê Şino, xwe ji dana heqdestê karkerên wê Bendavê diparêzin, berpirsên wê Kompaniyê bi hinceta kêmbûna Bodceyê ji dana heqdestê karkeran , xwe diparêzin. Piştî derbazbûna 9 mehan li ser dawîketina heqdestê karkeran; bi har yek ji wan tenê 200 Hezar Tûmen hatiye danê.

Li gor gotina yek ji karkerên wî Kompaniyayê, kesên ku di vê Kompaniyayê de kar dikin hemûyan hewceyî bi pare heye, dahata jiyana wan di rewşeke nalebar û nemunasib deye.Bi sebeba ku ji aliyê berpirsên wê pirojeyê ve gef ji wan hatine xwarine ku eger nerazîbûnên xwe li hember wan nîşan bidin ji kar derdixin, û nikarin nerazîbûnên xwe bînin ziman. Ji aliyekî din ve bi sedema nebûna kar di cihên din mecbûrin bêdengî yê qebûl bikin.

Li gor gotina wî hevwelatiyê Kurd, beşek ji wan karkeran bi sebeba kêmbûna miaş û dawî ketin û nedana heqdestê wan dest ji wî şuxilî berdidin û bi cihê vergirtina destheqê tewav ên xwe piştî 6 yan 7 mehan kar heqdest bi wan tên dan.

Kêmiya mûçe, buhatî û dijvariyên jiyanê û dawî xisitina heqdestê wan, piraniya caran nedana moçeyên çend meha, karkeran tûşî pirsgirêkên nedarî û hejarî yê dikin û dibe girifta deronî ji bo wan.

Di demên berê de jî bi hênceta kêmî ya Bodceyê 5 mehan heqdestê karkerên wê Bendavê nedabûn û zêdey 20 karkeran jî ji ser kar derxistibûn.

Bendava “Çeperavî” ya bajarê Şino ku biryar bû di dema 5 salan de xelas be, piştî borîna 10 salan hêşta jî ji sedî 20 kar li ser nehatiye kirin.