Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dêhgulan: Îdareya Îtlaat çalakvanekî sivîl yê Kurd bang kir

15:33 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Çalakvanekî sivîl yê Kurd ji aliyê hêzên Îdareya Îtlaata rejîma Îslamî ya Îranê li gor ragehandineke dibe ku xwe bi navenda ewlehiyê bide naskirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, “Sîravan Husên Penahî”çalakvanê Kurd, sipêdeya roja sêşemiyê 30 Hezîrana 2015`an, di bajaroka Dêgulanê ji bo Îdareya Îtlaatê haiye bangkirin.

Kempêyna berevanîkirin ji girtiyên siyasî û sivîl belavkir, “ Sîrwan Husên Penahî” bi sedema beşdarîkirin di xwenîşandanên piştewanî kirin ji “Nesrîn Stûde” ji bo Îdareya Îtlaatê hatibû gazîkirin û kêmtir ji 2 demjimêran lêkolîn lê hatibû kirin.

Di demên borî de jî, “Sîrwan Husên Penahî”çalakvanê sivîlê ê Kurd, xelkê gundê “Qorûça”y a ser bi bajaroka Diêgulan, ji aliyê hêzên Îtlaata rejîma Îslamî a Îranê hatibû binçavkirin.

Berê jî “Sîrwan Husiên Penahî” temen 27 sal û xarzayê” Enver Husiên Penahî”, di gundê Qorûçay de hatibû binçavkirin û bi cihekî nediyar hatibû veguheztin û, piştî du meh lêkolîn, ji aliyê dadgeha Şoreş (Înqlab) a bajarê Sine 7 meh cezaiyê hepsê bi ser de hatibû sepandin.

Enver Husiên Penahî, girtiyê siyasî yê Kurd, di meha Tebaxa 2007`an, ji aliyê hêzên Îlaata rejîma Îslamî ya Îranê, hatibû binçavkirin û paşan bi tometa “dijayetî li gel khodê Pêxember” û “alîkarîkirin li gel yek ji Partiyên dijî rejîma Îslamî ya Îranê”, 16 sal cezayê hepisê bi ser de sepandin.

Di 6 salên borî de 53`ê kes ji endamnê malbata Husiên Penahî bi tometên cur bi cur ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin.