Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiyê ya bavê şehîdê rêya azadiya Kurdistanê

21:20 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Bavê şehîd “Qadir Muradî” şehîdê rêiya azadiya Kurdistanê di gundê “Cilxeran” a devera Soma ya ser bi bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja duşemî, 29’ê Hezîrana 2015’an, “Kamil Muradî” bavê şehîd “Qadir Muradî” xelkê gundê Cilxeran a devera soma ya ser bi bajarê Urmiyê, bi sebeba bitemen bûnê li temenê 81`ê saliyê de koça dawî kir.

9653.jpg
Kamil Muradî

Termê Kamil Muradî li nav girseya xelkê deverê, xizm, kes û kar û dostên wî de bi axê hate spartin.

Ew hevwelatî bavê şehîdê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û kesayetiyekî niştîmanperwer, bi navûdeng û cihê baweriya xelkê deverê bû. Ew xwedî qedr û hurmetek taybetî di nav xelkê deverê de bû.

Şehîd Qadir di destpêka hatine ser kar ya rejîma Îranê tevlî refên pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bû, di 14’ê Cozerdana 1362’an ya rojî, di şereke qaremane ya bi dijî hêzên rejîma Îranê şehîd ketibû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbat û kes û karên Kamil Muradî dike û xwe li xemu kovanên wan de bi şirîk dizane.