Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barak Obama: Egera vê yekê heye ku Amerîka xwe ji danûstandinên navikî vekişîne

15:02 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Serokkomarê Amerîkayê ragehand ku, eger rejîma Îranê şert û mercên “Lozanê” qebûl neke, yan binpê bike ev dê maseya danûstandina navikî biterkînin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media,tevî dirêjkirinamidehê yekhefteyî ya danûstandinên navikî yên navbera Îran û welatên 5+1 de, roja borî “Barak Obama” di konfiransek rojnamevanî de tekez kir ku eger rejîma Îranê mercên Lozanê qebûl neke, Amerîka dê xwe ji danûstandinên navikî vekişîne û rêkevtin jî bi awayekêhatine dariştin ku pêşiya destveanîna Îranê bi çeka navikî digre.

Serkomarê Amerîkayê ragehand, hewce ye ku rejîma Îranê rê bide lêgeran daku seredana nawendên navikî bikin. Navhatî di doma axaftina xwe de got: Armanc ji danûstandinên navikî, rêgirî ji destpêregihîştin Îranê ye bi çeka Etomî û eger rejîma Îranê van mercane qebûl neke, dê li gel pirsgirêkan berbirû bibe.

Serkomarê Amerîkayê bas ji vê yekê kir ku lêhevhatinên navbera me û Îranê bi van zûyane nahê cîbicî kirin û eger lihevhatinên navikî di gel Îranê pozetîv nebin, Amerîka dê danûstandinên navikî biterikîne.

Eva di halekê deye ku roja sêşemî, “Can Kêrî” piştî hevdîtina li gel “Zerîf” li Viyenê de ragehandibû ku civîna me, civînek erênî bû.

Can Kêrî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê di axaftinek xwe li civîna bi komîteya Pêwendiyên Civata Nûnerên Amerîkayê re ragehandibû “çêkirina çeka Navikê ji bo Îranê, heta hetayî qedexe ye” û bas ji vê yekê jî kiribû ku bijardeya leşkerî li dijî rejîma Îranê di egra bi encamnegihîştina danûstandinên Navikî li ser maseyê ye.

ji aliyekî din ve Hesen Rohanî, serkomarê rejîma Îranê got: Îmkana destpêregihîştina bi lihevhatina navikî di çarçoveya danûstandinên navikî yên Lozan û Jinêvê de heye, helbet eger welatên superhêz li pey “zêdexwaziyan” ve nebin.

Li gor lihevhatina Lozanê, qerar e li egera gihîştina rejîma Îranê û welatên 5+1 bi rêketina giştî û dawîn, dorpêçên aborî yên ser rejîma Îranê bihên rakirin, û erger rejîma Îran rêkevtinê binpê bike, îmkana vegerandina dubare ya dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê heye.

Roja sêşemiyê 23’ê Hezîrana 2015’an, Îran û 6 welatên bihêz ên cîhanê di Viyenê de li ser vê yekê li hev hatin ku danûstandinên navikî heya 7’ê Tîrmehê bidomin.