Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteya nûnerên Hizbên Rojhilatê serdana Wezareta derve ya Fenlandê kirin

15:52 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Desteya nûnerên Hizbên Rojhilat ên Kurdistanê, serdana desteya mafên mirov ya beşa siyasî û sitratîjî ya Wezareta derve ya Felandê kir û ji aliyê birêveberên beşa mafên mirov a wê Wezaretxaveyê pêşwazî ji wan hate kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemiyê 1`ê Tîr meha 2015`an, bi mînasibeta nehimîn salvegera girtina “Mihemed Sidîq Kebûdvend”, damezrênerê saziya Mafê Mirov a Kurdsitanê, bi armanca gehandina dengê nerazîbûnên xelkê Kurd li hember siyasetên tepeserkirî ên rejîma Îslamî ji bo dewleta Fenlandê, desteiya nûnerên Hizbên Rojhilata Kurdistanê serdana beşa mafê mirov ya Wezareta derveiya welatê Fenlandê kir.

Di wê pêwendiyê de Dr.”Nîna Nûrdestirum” berpirsa beşa mafê mirov ya Wezareta derve, “Yanîna Hasînsûn” cêgirê berpirsê beşa mafê mirov a “Anmarî Firûîrg”rawêşkarê siyasî yên mafê mirov û herwiha “Şine Rizaî” nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di welatê Fenlandê di wê civînê de başdarî kir.

Di vê hevdîtinê de desteya nûneran tevî diyarîkirina raporek baş li ser binpêkirina mafê mirov di Îran û Kurdistanê de, vergiradina wan yasayên rejîma Îslamî ku li gor wan çalakiyên siyasî û sivîl, binçavkirin û lidarvekirinê nameya xwe li ser sîstima siyasî ya Îslamî û pirsa Kurd di Îranê de pêşkêşî nûnerên Wezareta derve ya welatê Fenlandê kir.

Di wê pêwendiyê de binpêkirina mafên mirov, destya nûnerên Hizbên siyasî yên Kurdistana Rojhilat , daxwaznameya xwe arastey Wezareta derve kir ku dewleta Fenlandê li rêya pêwendiyên du alî û ji rêya pêwendiya Encumena Ewropî ve Îranê mecibûr bike, dest ji tepeserkirin û azar û eşkencekirina çalakvanên siyasî û sivîl yên Kurd rabigire.

Herwiha ji welatê Fenlandê daxwaz hate kirin ku hemû hewla xwe ji bo azadkirina Mihemed Sedîq Kebodvend serokê Saziya mafê mirov a Kurdistanê bidin.

Desteya nûnerayetiya Wezareta derveya mafê mirov a Felandê tevî nîşandana keyfxweşiya xwe û alîkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê, di pêwendiya gel kar û çalakî û siyasetên welatê Fenlandê di gel pêwendiya mafê mirov di Îranê de, şirowekir û bas ji vê yekê kir ku welatê Fenlandê bi başî bipirsên pêwendîdar bi mafê miov û pirsgirêkên sivîl bale dide.

Hevdîtin paş anîna ber bas a hinek pîşniyar û kiriyar bo alîkariyên pêşerojê dawî pêhat.