Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûner Hizba Demokrat di Parlementoya Ewropayê de: Pêşmerge parastin ji netewa Kurd dike

22:22 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Berpirsê pêwendiyên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di Parlimentoya Ewropayê, beşdarî di kongireya Saziyên netewên bi Dewlet kir û ragehand, hêzên pêşmerge bi hemû awayekî parastina xwe û gelê Kurd dike.

Li gor rapora Malpera Kurdisatan Media, roja pênçşemiyê 2`ê Tîr meha 2015`an, 12`emîn kongireya Saziya UNPO, bi beşdariya heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê bi serperestiya “Loqman Ehmadî” endamê komîteya navendî û berpirsên pêwendiyên derve yên Hizba Demokrat, di parlimentoya Ewropa yê destbikarkir beşdarî kir.

Ew kongireya ji aliyê Feraksiyona eniya azadî a Ewropa yê û Saziya UNPO hatibû lidarxisitin, û di yekemîn roja kongireya Saziya UNPO, semînarek di Parlimantoya Europayê li ser pirsa netewe yên bê Dewletên Cîhanê hatibû lêdarxisitin.

Axaftinên wê konfransê ji bo bas ûminaqişe kirina pirsa Demokirasî û mafê çarenvîs hatibû terxankirin.

Di beşek ji civînê de bas li ser çend mînakên serkevtî yên serhildanên gelan, di beşen cur bi cur ên cîhanê kir.

Her di wê konfiransê de di beşeke din bas ji mafê diyarîkirina çarenvîs û karê dîplomasî yên netewên bê dewlet hat kirin.

Di beşa seyêm de, rewşa çend deverên ciyawaz ketine ber bas û wek Kurdistana Îranê û Belûçistanê.

Di wê beşê de “Luqman Ehmadî” berpirsê pêwendiyên Hizba Demokrat, axwaftinek derheqê rewşa siyasî û aramî ya Kurdistana Îranê û xebata gelê Kurd bo mafê diyarî kirina çarenvîsek pêşkêşî beşdar bûyên civînê kiu.

Luqman Ehmedî, paş axavaftinên giştî yên derheqê rewşa niha ya Kudistanê, pêdagîrî li ser vê yekê kir ku mafê diyarîkirina çarenvîs û mafeke bê aliy yên hemû neteweyan e.

Di berdewamiya gotinên xwe de, Ehmedî îşare bi wê yekê kir ku gelê Kurd tu car aliyê şer nabûye, lê ji aliyê neyaran ve şer bi ser Kurd de hatiye sepandin.

Herwiha, Ehmedî dazanîn: “Bo bidestanîna mafê rewa yê gelê xwe em pişt bi hemû şêwazek xebata rewayê girêdidin û mafê her jêr destê dizanin ku bo parastin ji man û kerameta xwe ji gişt şêwazên xebatê mifah werbigre.

Nûnerê Hizba Demokrat di dawiya behsa xwe de got: Egera wê yekê heye ku rejîma Îslamî ya Îranê êrîşa leşkerî bo ser me bike û di rewşeke han de hêzên pêşmerge bi hemû awayekî dê berevaniya xwe û gelê Kurd bike.

Beşa çarem terxan kirbû bo baskirin li ser pirsa çend netewe yên ku li rêya xebatên ciyawaz gihîştine bi mafên xwe.