Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Hizba Demokrat wek desteya serokatiya UNPO hate hilbijartin

21:18 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Di dawî a roja civîna kongireya UNPO de, “Elî Ebdîzade”nûnerê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di wê Saziyê de, b endametiya desteya serokatiya Saziya Netewe ên bê Dewlet hate hilbijartin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, sibeya roja şemî , 4`ê Tîr meha 2015`an, sêyemîn roja kongireya saziya UNPO destbikarê xwe kir.

Beşa yekem ya civînê terxan kirbû bo bas li ser biriyarnameya giştî ya kongireyê, ji aliyê Licneya Amadekar a kongireya UNPO ve hatibû amade kirin bi yek dengî hate pejirandin.

9663.jpg

Ew biriyar name çend xalên taybet bi xwe girtibû, bi wî avay ne,”piştewanî kirin ji mafê diyarî kirina çarenvîsa netewe yên endamê Saziya UNPO, herwiha kişandina hêzên dagîrgeran di axa netewe ên endamê wê kongireyê û dawî hînan bi milîtarîzekirina deverên netew ên jêr destê rejîma Îranê.

Beşa du ya kongireyê terxankirbû ji bo helbijartina serok û desteya serokatiyê ku nav de “Nasir Bulidey” berdevkê Hizba Beloçistanê, wek serokê Saziya UNPO hate hilbijartin.

Herwiha ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, “Elî Ebdîzade” bo desteya serokatiya Saziya UNPO hatibû destnîşankirin ku wî dengên pêwîst ên kongireyê bo vê postê bidest xisit.