Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî karkerî yê Kurd 3 sal cezayê hebsê bi ser de hat sepandin

15:23 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: “Ferzad Moradîniya” çalakvanê Kurd ê xelkê bajarê Sine, ji aliyê dozgeriya wî bajarî ve 3`ê sal cezayê hepsê bi ser de hat sepandin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja sêşemiyê 30`ê Hezîrana 2015`an, dozgeriya bajarê Şino ê di dadnameyekê de, cezaya hepsa “Ferzad Moradîniya”çalakvanê karkerî ji du bi 3`ê sal zêde kir.

Ewa li halekê deye ku “11 roj berê derheqê hukmê dozgeriya Şoreş (Înqlab) a bajarê Sine ku bi du sal cezaya girtî ya tezîrî hatibû mehkum kirin nerazîbûn nîşan dabo û paşan ji aliyê dadgeha lêkolînê ew hukim bo 3`ê sal cezayê hepsê hate zêde kirin.

“Ferzad Moradîniya”ji aliyê liqa çar ya dadgeha Şoreşa(Înqilab) a bajarê Sine, cezaya 3`ê sal girtîgehê bi ser de sepandin û hukimî nav birî jî ji rêya Îdareya Postê bo mala wî çalakvanî karkerî hatibû şandin.

Ew çalakvanê karkerî bi tometa “endambûn di komîteya alîkar ya bo pêkanîna damezrana karkeran û piropagendeyên dijî nîzamê “ev hukme bo hatibo dan.

Berê jî, “Ferzad Moradîniya”, di 16`ê sermavêza 1393`an ya rojî, ji aliyê hêzên ku bi kincên sivîl yên Îdareya Îtlaata bajarê Sine ji nav mala xwe de hatibo binçavkirin, û dest li ser hindek kelopelên şexsî yên nav birî danîbûn ji bo Îdareya Îtlaata bajarê Sine hatibo şandin.

Wî çalakvanî karkerî paş 25 roj binçavkirinê di lêgerîngeha Îdareya Îtlaata bajarê Sine, di 11`ê rêbendana 1393`an a rojî, bi danana barimteya 70`ê milyon tûmenî hatibû azadkirin.

Tê gotin ku ev hevwelatiyê Kurd tûşî nexwşî ya hûndrî bûye û di rewşeke nalebar deye.