Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqîna mayînekî jiyana hevwelatiyekî Kurd jê stand

16:02 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Teqîna mayînên çandî yên heyamên şerê nav bera rejîma Îranê û Îraqê, jiyan hevwelatiyekî Kurd ê temen 21 salî jê stand.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media,di demên çend rojên borî de, hevwelatyekî Kurd yê devera Selas Bavecanî bi navê,” Lawe Reşîdî” temen 21 sal bi sebeba teqîna mayînek a çandî ya rejîma Îranê jiyan xwe ji dest da.

Wî ciwanê Kurd bi sebeba teqîna mayînê jiyana xwe ji dest da ye.

Bi sebeba teqîna mayînan di deverên sînorî yên Kurdistan a Îranê de salane deha hevwelatî tên kuştin û birîndarkirin.

Eva li halekê deye ku berpirsên rejîma Îranê berdewam bas ji paqjikirna mayînan li Îranê û bi taybet Kurdistanê dikin, lê şahîdî dubare bûna bûyeran dibin.

Heyamek berê navendên pêwendîdar yên rejîma Îranê tenê li hînek deverên bertesk dest bi paqjikirina mayîna heta 8 santîmêtira kiribûn.Herçend bi bawera karnasan dibe cihên çandinda mayîna dibe heta kûratiya 30 santîmitran ji alavên şer bêne paqjikirin.

Saziya UNF, welatê Îraqê û sînorên wî welatî li gel Îranê wek devereke pir mayîn li cîhanê daye zanîn, û rêjeya mayînên çandî yên diji nefer zêdey 20 milyona ye ku 1000 kîlomêtra li axa Êraqê mayîn rêji û ewa cihê metirsiyê û beşeke zêde ya axa Êraqê hevsînore gel deverên Kurdakicî yên Îranê.

Li gor amara malpera Kurdistan Media, di heyama 3 mehên Bihara îsal de 5 hevwelatî yên Kurd bi sebeba teqîna mayînên deverên Kurd lê akincî yên Îranê jiyan a xwe ji dest dane û 8 hevwelatîiyên din jî birîndar bûne.