Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya nûnerê Hizba Demokrat di civîna şêwra Întirnasyonal a Sosiyalîst de

20:35 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Şandeke nûnerên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di civîna Şêwra Întêrnasyonal a NY de beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, di heyamê çend rojên borî de, civîna şêwra Întêrnasyonal a sosiyalîst a NY birêve çû, nûnerê Hizba Demokrata Amerîka û nûnerên Partiyên Sosiyalîst Demokrat yên seranserê Cîhanê beşdarî kirbûn.

Civîn di rojên duşemî û sêşemî 6 û 7`ê Tîr meha 2015`an, di bajarê NewYorkê de hatibû lidarxisitin.

Roja yekem ya wê civînê bi axaftina “Loîs Aiyla” sekreterê giştî yê Întirnasyonal a sosyalîst, herwiha “Corc Papandro” serokê wê Saziyê dest pêkir.

Di civîna wê Saziya Cîhanî ku du rojan dewam kir, bas ji pirsgirêkên aramî, herwiha şer li gel terorîsmê, pabendbûn bi pirogramên nû yên cîhanê û pirsên taybet bi guhertina pirgirêkan kirin.

Di aliyekî din, “Can Îliyasun” cêgirê Bankîmon sekreterê giştî yê NY çend gotin pêşkêş kirin û di axaftinên xwe de îşare bi esas û binyadên perwerde û xatircembûn bi damezranên Demkratan kir.