Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenûsa neron a xwendekarekî kurd li Sine

13:12 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdisrtan Media: Çarenivîsa Kawe Xusrewî Kurdistanî, çalakvanê xwendekarî ê Kurd li Sineya Kurdistana Rojhilat, bi derbasbûna 21 rojan bi ser binçavkirina wî re, hîna nehatiye eşkerekirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media , kawe Xusrewî Kurdistanî, xwendekarê qunaxa karnasî li zanîngeha Sine, 17`ê hezîrana borî ji aliyê nevenda ewlekarî a Sine ve hatibû binçavkirin ku hîna jî aqûbeta wî nehatiye zelalkirin.

Çavkaniyeke agah li sine têkildarî vê mijarê ragihandiye: Rexma serdana malbata wî çalakvanê xwendekarî li navendên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê, tu bersivek derbareya çarenûsa Kawe Xusrewî bi wan nehatiye dayîn.

Kawe Xusrewî kurdistanî, ji mamosteyên zimanê Kurdî li Encûmena Çandê û Wêjeyî ya “Hawrê Hewramî”û birêveberê berê yê Encûmena Gotûbêjên Kulturan jî bûye.
Heya niha ji sedemên binçavkirina wî çalakvanê xwendekarî, agahiyek bi dest nekevtiye.