Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdana şandeke hevpar a Hizba Şiyoî û Zehmetkêşan a Kurdistanê ji Deftera Siyasî a Hizba Demokrat

16:20 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Şandeke hevpar ya Hizba Şiyoî ya Kurdisatanê û Hizba Zehmetlêşan a Kurdistanê serdana Deftera Siyasî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemiyê 8`ê Tîrmeha 2015`an, şandeke Hizba Şiyoî a Kurdistanê bi serperestiya kawe Mehmûd cêgirê serkreterê wê Hizbê û Behmen Husên endamê desteya serokatiya Hizba Zemetkêşan a Kurdistanê, serdana Deftera Siyasî a Hizba Demokratê li bajarê Koyê kirin û ji aliyê heyeteke Hizbê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hêcrî sekreterê giştî pêşwazî ji wan hate kirin.

Di wê serdanê de, şanda hevpar basek ji siyasta xwe li ser rewşa Kurd û pirsa destorî ya li Herêma Kurdistanê û yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û bîr û hizra xwe li ser wan mijarane bas kirin û rêyek bo çareseriya wan di rêkevtina pêkve dane zanîn û di wê derheqê de hebona sîstemeke Sîkolar, sivîl û Demokrat dikare destkevta tevgera netewî ya Kurd biparêze û siyaseteke rast ku ji bo hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê be û gav bo vê pirsê hilgirin.

Di bergeyeke din de, bas li ser rewşa Kurdistana Rojhilatê û rewşa rûniştinên welatên 5+1 û bandora wê meselê li ser piroseiya siyasî û opozîsiyonên Îranê kirin.

Di vê derheqê de Mistefa Hicrî aliyên pozitîv û nigatîv yên vê rêkevtinê îşare pêkir û wî îşare bi vê yekê kir ku pirsgirka rejîma Îslamî ya Îranê li gel civata navdewletî tenê li ser pirsa navikî nîne dibe ku zext û kirîza aborî yên rejîmê mecbûr bike ku milbide bi wê rêkevtinê û rewşa nalebar a aborî ya Îranê tûşî kirîzê kiriye û ew rêkevtin nameya tenê bo derbaz bon ji vê rewşa xirabe.

Sekereterê yê Hizba Demokrat ragehand: Mijara mafê mirov, siyseta alîkarî dan bi terorîzmê û destverdana di kar û barên welatan û gelek tiştên din ku li Rojhilata Navîn ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê birêve dice û yek ji metrsiyên rejîma Îranê bo ser aramî ya deverê dazanîn.

Di vê rûniştinê de rewşa hêzên siyasî yên Kurdistan a Rojhilatê û liv û tevgerên siyasî û leşkerî ên Hizba Demokrata Kudistana Îranê bas kir û hevalên Hizba şiyûî ya Kurdistan û Zehmetkêşanê Kurdistanê ew çalakî bilind nirxand û li ser rola bandor a Hizbê li piroseya siyasî a Kurd û xizimetên Hizb bi xebatgerên çarparçên din yê Kurdistanê .

Her du Hizb ên Şiyoî û Zehmetkêşan piştevaniya siyasî ya xwe li xebata gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê re îlan kirin.