Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Rebetê jî bi boneya13`ê Tîr mehê çalakiyên teblîxî birêve çûn

21:00 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 13`ê Tîrmehê, salvegera terorkirina şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî , di bajarê Rebetê çalakiyên teblîxî birêve birin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ji ber 26`mîn salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo, çalakiyên nehînî yên teblîxî di bajarê Rebetê û derdorê birêve çûn.

Di wan çalakiyane de beşeke berçav ji cih û Avahiyên bajarê Rebetê tirakt û Postêrên taybet bi roja 13`ê Tîrmehê û wêne ên Dr. Qasimlo sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatin belavkirin.

Di şeqama Qasimlo, Parka Biharan, Parka hewareberiz, Şeqama Serçavî, Mizgewta Îmam Şafiî, Mizgefta Faroqî Eizem, nêzîk bingeha besîc, derdora Pasgeha Întzamî, Qutabxaneya Îbnê Sîna û Salona verzişî ya Êbnsîna, tirakt û postêrên taybet bi roja 13`ê Tîrmehê û wêneyên Dr. Qasimlo hatin belav kirin.

Her di wê pêwendiyê de di rêyên hatin û çûyînê wan deverane de jî çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Di bajarokê “Nelas” ê jî di cihên ser bi wî bajarokî Kemerbendî, Cadeya Vergîl, Kolanên Kewşavî, mizgefta hezretî Omer û rêyan de çalakî hatin encam dan.