Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya 13`ê Tîrmehê li çend bajarên Kurdistanê çalakiyên teblîxî birêveçûn

13:58 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Endamên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di doma kar û çalakiyên 13`ê Tîrmehê, û 26mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo di çend bajarên Kurdistanê de tirakêt û wêneyên Dr. Qasimlo belavkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ew çalakî di cihên ser bi devera Kelaterzana bajarê Sine, Mehabad û Bokanê hatibûn encam dan û nav û yadî Dr. Qasimlo bilind hatibo nirxandin.

Ew cihên ku çalakî birêve çûbûn bi wî away ne:
Şuwêşe: Di Şeqama Dr. Qasimlo, derdora şaradariyê, derdora Mizgefta Camîe, beşek berçav ji kolanên Şuwêşe wêne ên Dr. Qasimlo delavkirbûn.

Bokan: Şewa borî endamên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di bajarê Bokanê, di şeqama Bîmarstana Kevin û derdorê û kolana ojansê jî çalakiyên teblîxî û CD yên taybet bi 13`ê Tîrmehê belavkirbûn.

Mehabad: Di bajarê Mehabadê jî endam û alîgirên Hizbê bi boneya 13`ê Tîrmehê çalakiyên teblîxî lidarxisitin, herwiha li gundê Qizil Qûpî û devera Şarvêran ya ser bi wê bajarî tirakêt û Postêrên 13`ê Tîrmehê belav kirin û l ser dîvaran dirûşm nivîsîn.