Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 13`ê Tîrmehê û 26`mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo

14:01 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Endamên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê bi boneya 13`ê Tîrmehê û 26mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, di navenda yek ya Kurdistanê rêûresimek birêvebirin.

Li gor rapora melpera Kurdistan Media, paş nîvro ya roja yekşemiyê 12`ê Tîrmeha 2015`an, rêûresimek bi boneya 26mîn salvegera şehîdkirina Dr.Ebdulrehman Qasimlo, bi beşdariya Kadr û pêşmerge û endamên Hizba Demokrat û Komîteya Qûştepe, di navenda yek a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Rêûresmê bi xwandina serûda “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgiritn ji canê pakê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpêkir.

Dore kora mozîka Hizba Demokratê serûdek jêr navê “bo Qasimlo” pêşkêş kir.

Piştre, şanoyek bi navê “Peyman” bi nivîsîn û berhemanîn a “Murteza Moradweysî” bi wê mînasibetê hate pêşkêşkirin.

Di aliyekî din ya wê rêûresmê de, peyameke hevpar ya rêxistina Ciwanan û jinan ji aliyê Omîd Zendî ve hate xwandin.

Paşan “Osman Keremî helbestek bi navê “Prlaşêz” pêşkêş kir.

Di aliyekî din ve, serûdek bi navê “Terîfeyê Beyan” ji aliyê Kora Mozîka Hizba Demokrat ve hate pêşkêşkirin.

Di dawî ya rêûresmê de, Pexşanek bi navê “Mamostayê Qotabxanê” ji aliyê “Hana Morad Veysî” ve hate xwandin.