Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Hizba Demokrat di ser Çiyayên Kurdistanê, yad û navê Dr. Qasimlo bilin nirxandin

16:12 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Rêûresmek bi boneya 13`ê Tîrmehê di navend û Çiyayên deverên sînorî de ji aliyê pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê birêveçû.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, êvareya roja duşemî 13`ê Tîrmeha 2015`an, di navend û di wan cihên ku pêşmergên Hizba Demokrat lê dimînin, yad û navê Dr. Qasimlo bilind hate nirxandin.

Rêûresm bi sirûda “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî dest pêkir.

Paşan, “Kawe Behramî” endamê komîteya navendî û fermandarê hêzên pêşmerge li wir, bi vê mînasibetê çend axaftin pêşkêşkirin.

Di beşek din ya rêûresimê de sirûdek jêr navê “werin ba biçine ser gorî Şehîdan” ji aliyê pêşmergeyan ve hate xwandin.

Rêbwar Ebûbekrî pêşmergê PDKÎ jî di wê rêûresmê de, pexşanek pêşkêşkir.